Xelata xizmetê kelepçe û gasp

ÎDRÎS YILMAZ
WAN (DÎHA) - BDP'ê di hilbijartinên herêmî yên 30'yê Adarê de Şaredariya Erdîşê bi 232 milyon lîreyî deyn ji AKP'ê girt, lê berdêla ji bo BDP'ê kelepçe û gas ma.
Partiya Demokrasî û Aştiyê (BDP) di hilbijartinên herêmî yên 30'yê Adarê de Şaredariya Erdîşê sedî 66.48 deng ji AKP'ê stand, lê berdêla xizmeta 3 salan kelepçe û gasp ma. Şaredariya dema di destê AKP'ê de bû, dem dem bi nelêrêtiyan dihat rojevê, DBP'ê bi 232 milyon lireyî deyn dewr girt û di 3 salên şaredariya gel de, di 11'ê Îlonê de bi 24 şaredariyan re hat gaspkirin.
Di navbera salên 2004 û 2011'an de Şaredarê navçeyê Alîkarê Wezîrê Bazirganî û Gunrukê Fatîh Çîftçî bû, nelêrêtiyên Çîftçî di raporên Wezareta Karên Hundur de jî cih girtin, navên rêveberên AKP'ê di nelêrêtiyên planên înşaet û îmarê de jî xal bi xal hatin rêzkirin.
Mufetîşên ji hêla Wezareta Karên Hundur ve hatin şandin û raporên ku hatin amadekirin, hat îdiakirin ku ji hêla Waliyê Wanê û wezaretê ve hatine astengkirin. Di nîsana 2016'an de ji hêla Serdozgerê Komarê yê Erdîşê ve lêpirsîn hat destpêkirin û der barê mijara nelêrêtiyê de îfadeyên endamên meclisê hatin girtin. Der barê aqûbeta lêpirsînê de tu agahî nayên zanîn.
Navê dayik û bavê xwe li her derî nivîsî
Dibistana seretayî ya li taxa Salîhiye yê navê bavê xwe Ebubekîr Çîftçî, li taxeke din jî navê dayika xwe Ladriye Çîftçî li dibistanê kir. Dîsa navê bavê xwe li çerxe rê û parkan kir.
Piştî hilbijartin bi dest xist erdên gelek taxan parsel kir û li ser navê xizmên xwe û li ser navê xwe tapû kir. Di navbera salên 2008 û 2009'an de li taxên wekî Beyazin, Salîhye û Latîfiye yê, bi dehan donim erd li ser navê xwe qeyd kir.
Çîftçiyan Erdîş destaser kirin
Birayên Çîftçî yên di dema şaredarî di destê wan de bû hema bêje Erdîş destaser kirin, li ser navê birayên wî V.Ç. 44 hezar 116, li ser navê S.Ç. 2 hezar 274, li ser navê M.Ç. 55 hezar 801, li ser navê A.Ç. li taxên wekî Tekevler, Golagzi, Beyazit, Hayderbey û Salîhiye yê di bavbera salên 2006 û 2010'an de bi tevahî 83 hezar 527 metrekare erd hatiye tapûkirin. Dîsa Tesîsa Betonê ya AK FA ya li ser riya Heyderbey jî wekî cihê bazirganiyê bi kar tîne.
Piştî erdheja sala 2011'an di bin navê ji nûve avakirinê de Parka Zîlanê ya aydê cemaweriyê ye, metrekareya erdê parkê yê 15 hezar lîreyî bi 1 lîreyî dewrî TOKÎ'yê hat kirin.
Şaredarî ji hêla AKP'ê ve hat gaspkirin
Rêveberiya DBP'ê ya ku şaredariyeke ji hevketî ji AKP'ê girtin, hemû nelêrêtî û pereyên karkeran ên ku nehatibûn dayîn, yek bi yek ji raya giştî re hatin parvekirin. DBP'ya Şaredariya Erdîşê bi 232 milyon lîreyî deyn ji AKP'ê girt, 202 milyon lîreyê deyn hat dayîn, berdêla van xebatan jî kelepçe û gasp bû. Piştî hevşaredar Dîba Keskîn û Abdurrahman Çagtan berî bi mehan hatin girtin, herî dawî di 11'ê Îlonê de şaredarî ji hêla AKP'ê ve hat gaspkirin.
(ms)