DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Endamên Meclîsa Şaredariyê: Emê biryarên gel pêk bînin

 
17 Îlon
09:52 2016

RIHA (DÎHA) - Endamên Meclîsa Şaredariya navçeya Pirsûs a Rihayê nerazîbûn nîşanî tayînkirina qeyûmê dan û gotin ewê biryarên gel bixin meriyetê û anîn ziman ku ewê tevî gelê xwe xizmetên şaredariyê dewam bikin.

Endamên Meclîsa Şaredariya navçeya Pirsûs a Rihayê nerazîbûnek tund nîşanî tayînkirina qeyûmê dan. Endamê Meclîsa Şaredariyê Samî Kiliç dazanîn ku sedema tayînkirina qeyûmê ya bo şaredariya Pirsûsê ji ber Pirsûs jî tevî Kobanê xwedî heman nasname ye.

'Pirsûs jî dê wekî Kobanê neyê xistin'

Kiliç axavtina Serokomar Tayîp Erdogan a 'Ez Pirsûsê dixwazim' bibîrxist ku û diyar kir ku ji ber şaredariya Pirsûsê nekarîbûn bi hilbijartinê bidest bixin niha dixwazin bi rêyên cûda Pirsûsê bidest bixin û got: "Çawa ku Kobanê neket, emê Pirsûsê jî nexînin. Hikûmeta AKP'ê dixwaze bi fen û karên nelirê Şaredariya gel desteser bike."

'Em qeyûmê qebûl nakin'

Kiliç balkişand ser Zagona hejmar 5390 a Şaredariyan û diyar kir ku ger Şaredar sûcek kiribe jî pêkanînên ku dê li hemberî wî pêk bê diyar e û anî ziman ku tenê endamên Meclîsê dikarin şaredaran ji peywirê bigirin û wiha got: "Wekî endamên Meclîsê ku em nûnertiya vîna gel dikin teqez emê qeyûmê nasnekin. Tevî gelê xwe emê xizmetên şaredariyê bidomînin. Emê bihevre li kolanan çopê berhevbikin û xebatên Şaredariyê yên din pêk bînin."

'AKP ya ku divê hesab bide, hesab dipirse !'

Yek ji endamê Meclîsa Şaredariya Pirsûsê Yildiz Şahîn jî dazanîn ku rawestandin û berxwedana li hemberî desthilatdariya AKP'ê zelal e û got ku ewê vîna gel a ku bi keda xwe Şaredariyê avakiriye radestî AKP'ê nekin û wiha got: "Mufetîşên Hikûmet her meh dihatin Şaredariyê û lêkolîn dikirin. Heta niha tiştekî biçûk jî bidest nexistin. Ligel vê yekî jî bo Şaredariyê qeyûm hat tayînkirin. Hikûmeta AKP'ê ku divê hesab bide gel, niha hesab dixwaze. Emê li hemberî vê neheqiyê heta dawî li ber xwe bidin."

Her wiha endamên Meclîsa Şaredariya Pirsûsê bang li gel jî kirin û danzanîn ku piştgiriya gel pêwiste û xwestin herkes li şaredariya xwe xwedî derkeve.

(ot)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN