Dibistanên li Geverê dikin qereqol
COLEMÊRG (DÎHA) – Dewletê li Geverê, 9 dibistanên seretayî xera kirin û li şûna wan qereqolan ava dikin. Dîsa li Parqa Apê Mûsa qereqol hatin avakirin.
Li navçeya Gevera Colemêrgê gelek dibistan û parq ji aliyê hêzên dewletê ve hatin hilweşandin û li cihê wan qereqol hatin çêkirin. Dibistanên wek Liseya Anadoluya Ataturk, dibistanên seretayî yên bi navê Gazî, Cumhuriyet, Gungor, Suleyman Ugur Sitki, Vali Erdogan Gurbuz, Kurukoy û Liseya Teknîk û Pişeyî ya Muharrem Malazgirt ku li taxên Gungor, Orman, Cumhuriyet, Dizê û Kişlayê dimînin bi temamî hatin hilweşandin. Li cihê hin dibistanan qereqolên seyyar hatin çêkirin û li hin cihan jî qereqolên mayînde hatin înşakirin.
Amûrên dibistanan jî birin navendên polîsan
Bi taybetî dibistana Lîseya Muharrem Malazgirt a li taxa Ormanê ku nêzîkê hezar û 500 xwendekarên wê hene û dibistana Vali Erdogan Gurbuz a taxa Cumhuriyetê veguherî qereqolên mayînde. Hêzên dewletê ji bo li navendên polîs û noxteyên kontrolan kursî, komputir û maseyên dibistanan jî desteser kirin. Hêzên dewletê li Parqa Apê Mûsa ya li taxa Ormanê jî qereqolek mezin ava kirin. Hat diyarkirin ku dê demên pêş de li cihê qereqolên seyyar qereqolên mayînde bên avakirin.
(kom/mae)