Dibe pirsgirêka kurd biçe Konseya Ewlehiya NY'ê

DENİZ NAZLIM
ENQERE (DÎHA) - Serokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, bal kişand ser 33'emîn Civîna Mafên Mirovan a Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) û diyar kir ku dibe pirsgirêka kurd biçe Konseya Ewlehiya NY'ê.
Di 33'emîn Civîna Mafên Mirovan a Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) de li ser polîtîka û pêkanînên Tirkiye niqaşên girîng hatin kirin. Raporên der barê îhlala mafên mirovan û êrîşên li ser bajarên kurdan bûn mijara civînê. Pêkanên li Tirkiye di qada navneteweyî de deng veda. Serokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, bal kişand ser 33'emîn Civîna Mafên Mirovan a Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) û diyar kir ku sedema bertekên Serokomarê Tirkiye ya mafên mirovan ji ber vê yekê bû. Turkdogan, anî ziman ku di meha Nîsanê de rapora Cizîrê gihiştibû destê NY'ê û wiha got: "Ne tenê rapora Cizîrê, raporên hemû bajarên ku "Qedexeya Derketina Kolanan" hatin îlankirin û hatin rûxandin gihiştibûn destê NY'ê.
Tirkiye destûr neda Komîsera Bilind li gel heyeta xwe li Kurdistanê lekolîn bike
Turkdogan, anî ziman ku ji bo pêkanînên li ser Cizîrê ji NY'ê xwestin bên Tirkiye û wiha got: "Tirkiye tenê xwest komîsera bilind bê. Lê komîsera bilind ji bo lêkolîn û lêgerînê xwest koma wî jî ligel wî bê. Lê Tirkiye ev daxwaz red kir. Komîsera bilind anî ziman ku ger ew tenê bê, tu wateya hatina wan tune ye. Tirkiye hêj pirsgirêkan derdixe. Ji ber ku li Tirkiye îhlalên giran ku hêj didomin hene. Ji ber vê yekê normal e ku Tirkiye bibe mijara niqaşê. Li Tirkiye xebat û lêkolînên mafên mirovan didomin. Bê navber agahiyên saxlem ji NY'ê re dişîne.
Di lîsteya terorê ya NY'ê de PKK tune ye
Turkdogan, bal kişand ser gotina Nûnerê Daîmî yê Tirkiye yê NY'ê Mehmet Ferden Çarikçi ku PKK weki rêxistina terorê bi nav kir û hemû hilweşandina xaniyan xist stiyê PKK'ê û wiha got: "Di qada mafên mirovan de gotinên bi vî rengî bê wate ne. Ji aliyê NY'ê ve têkildarî sûcê terorê 11 peyman hene. Li gorî van sûcan lîsteya terorê tê amadekirin. Li gorî vê peymanê di lîsteya NY'ê ya terorê de PKK’ tune.
Li navçeya Sîlopya dayiya Taybet piştî hat qetilkirin 7 rojan cenazeyê wê li erdê mabû û 23 roj şûnde hatibû definkirin. Li navçeya Cizîrê zêdeyî 70 mirovên hatin qetilkirin hêj cenazeyê wan nehatine tespîtkirin. Li navçeya Nisêbînê ku hêj 6 taxên wê bi têlan hatine pêçan gelek cenaze hêj li kolanan tên rawestandin. Ev mijar hatin rojeva civîna 33'emîn Rûniştina Mafên Mirovan a NY'ê.
Turkdogan, destnîşan kir ku NY van rastiyan tevan dizane û wiha got: "Raporên ku em li vir amede dikin bi lez û bez digêje destê wan. Ji rayedarên fermî yên Tirkiye bawer nakin. Tirkiye di nîsanê de parazvan û rêxistinên mafên mirovan sûcdar kir. Sedem ji ber aşkerekirina rastiya Tirkiye bû. NY'ê bi agahî û raporên me baweriya xwe anî. Lê Tirkiye em tawanbar kirin. Divê NY geşedanên li vir pêş dikevin zanibe û fêr bibe. Fermandarê ku li Cizîrê komkujî pêk anî niha hat girtin. Divê bê darizandin û cezakirin.
Êdî pirsgirêka kurd gihişt qada navneteweyî'
Turkdogan, destnîşan kir ku êdî pirsgirêka kurd gihiştiye qada navneteweyî û wiha got: "Şerê li Tirkiye êdî zêde nameşe. Dibe ku pirsgirêka kurd ji ber vî şerî biçe Konseya Ewlehiya NY'ê.
Ji ber vê yekê di vê pêvajoyê de çareseriya demokratîk û siyasî girîng e.
(mae)