Darbeya Tirkiye ya heri mezin OHAL e

ENQERE (DÎHA) - Îktîdara AKP’ê OHAL'a Fransayê ji bo xwe mînak digire û pêkanînên OHAL'a Tirkiye rewa nîşan dide. Lê pêkanînên li Firansa û OHAL'a piştî 15'ê Tîrmihê li Tirkiye ket meriyetê ji hev pir cûda ye. Her çend AKP'ê got dê zerar nekêje sivîlan jî 48 hezar mamoste ji peyvirê hatin dûrxistin û qeyûm tayînî 28 şaredariyan kir. Dîsa nêzî 50 rojnameger hatin girtin.
Îktîdraa AKP'ê bi hinceta hewldana darbeya 15'ê Tirmehê li tevahiya Tirkiye OHAL îlan kir. Dema OHAL îlan kir jî Fransa ji bo xwe mînak da. AKP'ê di daxuyaniyê de diyar kir ku ew ne li dijî gel, li dijî dewletê OHAL'ê îlan dikin. Erdogan di daxuyaniyê xwe de got dê gel zerar nebîne. Lê 2 meh derbas nebûn, di pêkanînên OHAL'ê de bi sedan siyasetmedarên kurd hatin girtin, rojname û rojnameger hatin girtin. Li dijî 28 şaredariyan qeyûm hat tayînkirin. 48 hezar mamoste ji peyvirê hatin dûrxistin.
Li Firansayê piştî OHAL'ê 44 kes hatin darizandin
Li Paytextê Fransa Parîzê di 13'ê Mijdara 2015'an de endamên DAIŞ'ê êrîşên çekdarî pêk anîbûn. Hikûmeta Fransayê jî OHAL îlan kiribû. Pêkanînên OHAL'ê yên 12 rojan di nava 3 mehan de belav kir. pêkanînên OHAL'ê ku hêj didomin heta niha 44 kes bi îdîaya têkiliyên wan bi DAİŞ'ê re heye xistin nava lêpirsînê. Bi boneya herêmên hesas biparêze 300 leşkerên zêde peyvirdar kir. Dîsa 220 malperên înternetê bi hinceta "Nêzî rêxistina terorê ye" xist bin şopandinê.
Lê Yildirim gotibû OHAL li dijî dewletê ye
Li Tirkiye jî piştî hewldana darbeya leşkerî 238 kes hatin kuştin. 2 hezar û 797 leşker birîndar bûn. Piştî vê pêkanînê biryara OHAL'ê girtin. Serokwezîr Binali Yildirim dema OHAL îlan kir got "Dê welatiyên sivîl zerarê nebîne. OHAL ne li dijî gel, li dijî Dewletê ye. Ev biryar dê jiyana welatiyan a rojane asteng neke."
Lê piştî OHAL'ê bi biryarên KHK'ê re girtî hatin sirgûnkirin. Hevdîtina bi girtiyan re hat qedexekirin. 48 hezar mamoste ji peyvirê hatin girtin. Bi hezaran personelên tenduristî û sendîkayên cuda ji peyvirê hatin girtin. Bi giştî 110 hezar peyvirdarê cemaweriyê hat îxrackirin. Li Zanîngehan Hezar û 617 hîndekar ji peyvirê hatin dûrxistin.
Dewletê 440 profesor, 525 doçent, 654 alîgirê doçent, bi giştî 2 hezar û 239 personelê akademik û 654 personelên îdarî ji peyvirê girt. Di zanîngehên vakifê de jî 79 jê akademik, 18 îdarî bi giştî 97 personel xist nava lêpirsîn. Bi piştî 1617 ji piyvirê hatin girtin. Li 12 zanîngehan 234 kes hatin binçavkirin. 8 kes hatin girtin. 15 zanîngeh hatin girtin.
Hikûmetê 87 general, 726 esferên Fermandariya Bejayî ji peyvirê girtin. Ji 202 generalan 87 jê ji TSK'ê hatin îhrackirin. Ji 32 amiral, 59 efser ên Fermandariya Deryayî û Fermandariya Hewayî jî 30 general, 314 efser îxrec kir.
Di vê pêvajoyê de 11 hezar û 301 mamosteyên girêdayî Egîtîm Sen'ê ji peyvirê hatin girtin. Tenê 4300 endamên Eğitim Sena Amedê 504 endamên Egîtîm Sen'a Dêrsimê, 1780 endamên Egîtîm Sen'a Mêrdîn û 946 Endamên Egîtim Sen'a Êlihê li Semsûrê jî 466, li Riha 462, li Xerpêtê 99, li Bêdlisê 97 endamên Egîtîm Sen'ê ji peyvirê hatin girtin.
Çapemenî kir hedef
Di vê pêvajoyê de 16 televizyon, 3 ajansên nûçeyan, 23 radyo, 45 rojname, 15 kovar, 29 weşanxane hatin girtin. Herî dawî Rojnameya Ozgur Gundemê jî girtin.
Piştî biryarên KHK'ê qeyûm tayînî 24 jê şaredariyên DBP'ê bi giştî 28 şaredariyan kir. Tabelayên kurdî yên şaredariyan daxist xwar. Bi deh hezaran kes hatin girtin. Wezareta Dadê hêj demek berê gotibû 16 hezar hatin girtin û 6 hezar kes jî hatin binçavkirin. Dîsa 7 hezar kes jî bi şertê kontrol hatin berdan. Li aliyê din 35 pezar girtiyên edlî jî serbest hatin berdan.
(mae)