DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Endamtiya DHF'ê 'endamê rêxistinê' hesibandin

 
17 Îlon
09:03 2016

EDENE (DÎHA) - Dozgerê Komarê yê Edeneyê der barê 3 jê girtî 7 kesan de îdîaname amade kir û endamê Federasyona Gelan a Demokratik (DHF) wekî endamtiya Partiya Komînîst Maoist (MKP) nişan da.

Polîsan di 13'ê Tîrmehê de li dijî endamên Federasyona Gelan a Demokratik (DHF) li 9 bajarên ku navenda wê Edeneye operasyon pêk anîbû. Ji 14 kesên hatin binçavkirin jê 3 kes bi îdîaya "Endamtiya MKP'ê" hatibûn girtin. Dozgeriya Komarê ya Adeneyê der barê 3 jê girtî 7 kesan de îdîaname amade kir. Dozgerê Komarê yê Edeneyê der barê 3 jê girtî 7 kesan de îdîaname amade kir û endamê Federasyona Gelan a Demokratik (DHF) wekî endamtiya Partiya Komînîst Maoist (MKP) nişan da. Dozgeriyê 7 kes wekî "endamtiya rêxistina çedkar", "propaganda rêxistina çekdar" û "li ser navê rêxistina terorê ya çekdar sûc kiriye" sucdar kir.

Piştî dozgeriyê doz amadekir, doz ji aliyê 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Edeneyê ve hat qebûlkirin. Dozgerê Komarê Atilla Rahimî di îdîanameyê de Federasyona Gelan a Demokratik (DHF) wekî "endamtiya rêxistinê" bi nav kir û sucdar kir.

Dîsa axaftinên bi telefonê kirine jî wekî delîlên sûc hesibandin. Doz dê di 2'ê Mijdarê de bê dîtin.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN