DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Rojev

ROJAVA 17'Ê ÎLONA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN

17 Îlon
09:00 2016


* Di 24'emîn salvegera qetilkirina Musa Anter de şagirt û hempîşeyên Musa Anter ew bibîr anîn. Ji şagirtên zanayê kurd Apê Musa (Musa Anter) edîtore JINHA'yê Guler Can diyar kir ku ji qetilkirina Apê Musa heya îro generalên biçûk ji nivîsandina rastiyan tawîz nedan û got: "Em wekî rojnamegerên jin dê çanda çapemeniya azad bilind bikin." Hevserokê OGC Hakki Boltan jî diyar kir ku generalên biçûk yên Apê Musa bi zindî hatin şewitandin lê ji rastiyan tawîz nedan û şehîdên çapemeniya azad kevirê mîhengê ne û xaniya çapemeniya azad ava kirine.

* Nûnera TUHAD-FED'ê ya Enqereyê Havva Ozcan têkildarî zextên li ser girtiyan diyar kir ku li Tirkiye piştî OHAL'ê girtiyên siyasî rastî pêkanînên esîran tên. Ozcan, ji hemû parazvanên mirovan xwest ku hestiyar tev bigerin.

* Dozgerê Komarê yê Edeneyê der barê 3 jê girtî 7 kesan de îdîaname amade kir û endamê Federasyona Gelan a Demokratik (DHF) wekî endamtiya Partiya Komînîst Maoist (MKP) nişan da.

* Îktîdara AKP’ê OHAL'a Fransayê ji bo xwe mînak digire û pêkanînên OHAL'a Tirkiye rewa nîşan dide. Lê pêkanînên li Firansa û OHAL'a piştî 15'ê Tîrmihê li Tirkiye ket meriyetê ji hev pir cûda ye. Her çend AKP'ê got dê zerar nekêje sivîlan jî 48 hezar mamoste ji peyvirê hatin dûrxistin û qeyûm tayînî 28 şaredariyan kir. Dîsa nêzî 50 rojnameger hatin girtin.

*Serokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, bal kişand ser 33'emîn Civîna Mafên Mirovan a Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) û diyar kir ku dibe pirsgirêka kurd biçe Konseya Ewlehiya NY'ê.

* Dewletê li Geverê, 9 dibistanên seretayî xera kirin û li şûna wan qereqolan ava dikin. Dîsa li Parqa Apê Mûsa qereqol hatin avakirin.

* Şaxên ÎHD'ê û xizmên windayan bi silogana "Bila Winda bên dîtin kujer bên darizandin" dê li Parka Koşuyolu ya Amed û Kolana Gulistanê ya Êlihê çalakiyên rûniştinê berdewam bikin. (11.00) BI DÎMEN E

* Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel dê têkildarî tayînkirina qeyûmê ya şaredariyan, li avahiya Navenda Giştî ya DBP'ê civîna çapemeniyê pêk bîne. (11.00) BI DÎMEN E

* Gerîllaya MLKP'ê Berfu Dilan Canbay (Arjin Selçuk) dê li Goristana Yenîkoyê ya Amedê bi girseyî bê definkirin. (14.00) BI DÎMEN E

* Dayikên Aştiyê bi silogana "Kujer diyar in winda li ku ne" li Qada Galatasarayê dê çalakiya rûniştinê di hefteya 599'an de berdewam bikin. (12.00) BI DÎMEN E

* Komîsyona mafên mirovan a Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê bi daxwaza "Bila Girtiyên nexweş serbest bên berdan" dê çalakiya 234'an li Qada Galatasarayê pêk bîne. (13.30)

* Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê bi boneya balê bikşîne ser rewşa girtiyên nexweş dê li Parka Sumerê ya Konakê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (13.00)

* Endamên Platforma Çîna Şoreşgerên Serbixwe (BDSP) dê têkildarî Girtîgeha Şakranê ya Alîaga li şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (14.00)

* Înîsiyatifa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî ya Enqereyê dê li Kolana Yuksekê ya Enqereyê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (18.00)

ABORÎ

* Karkerên demsalî yên ji ber polîtîkayên dewletê ji Kurdistanê koç bûne li navçeya Yenişehir a Bûrsayê di nava zeviyan de bi keda erzan, barê herî giran dikin. Karker di bin germahiya herî zêde û şertên herî giran de kar dikin û amadekariyên debara zivistanê dikin.



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN