AKP bi tûrên ziyaretê moral dide leşkeran

AGIRÎ (DÎHA) - Serokwezîrê Tirkiye Bîn Alî Yildirim di 4'ê Îlonê de piştî li Çelê gelek leşker hatin kuştin şev nîvê şevê çû Çelê. Niha jî piştî gelek leşker li Çiyayê Tendurekê hatin kuştin Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu çû Tendurekê û xwest moral bide leşkeran.
Di hefteyên dawî de li herêma Colemêrgê û tendurekê şerê dijwar pêk tê. Di şer de bi dîmenan derdikeve holê ku gelek maşîneyên zirxî yên wekî tang, kîrpî, kobra, helîkopter tên darpkirin û gelek leşker tên kuştin. Di şerê li çelê de bi dehan leşker hatibûn kuştin. Piştî şerê dijwar Serokwezîrê Tirkiye Bîn Alî Yildirim di 4'ê Îlonê de şev nîvê şevê çûbû leşker ziyaret kiribû û moral dabû wan. Di şeve ziyareta leşkeran de 2 leşkerên din hatibû kuştin.
Niha jî piştî çend rojin li dijî leşker û cerdevanan êrîşên xurt pêk hatin û gelek leşker hatin kuştin, Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu çû Tendurekê û xwest moral bide leşkeran. Li gorî hin çavkaniyan 10 li gorî çavkaniyên herêmî û HPG'ê jî herî kêm 30 leşker û cerdevan hatin kuştin. Piştî şerê dijwar Wezîrê Karên Hundir Suyelman Soylu li gel Waliyê Agiriyê Musa Işin û Wekîlê AKP'ê yê Agiriyê Cesim Gokçe çûn Tendurekê.
Hat zanîn ku çûn ji fermandaran agahî girtin û fermandar ziyaret kirin.
Dema gelek tîmên taybet û polîsên taybet li Nisêbînê hatibûn kuştin jî dîsa Serokwezîr Ahmet Davutoglu û Fermandarê Artêşê 2 caran çûbûn polîs û leşker ziyaret kiribûn. Derketibû holê ku geleş keşker û polîs hatine kuştin.
(mae)