DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Li Dêrsimê 31 herêm hatin qedexekirin

 
16 Îlon
18:55 2016

DERSÎM (DÎHA) - Li Dêrsimê di navbera 16-30'yê îlonê de li 31 'Herêmên taybet ên Ewlehiyê' hatin îlankirin.

Walitiya Dêrsimê bi daxuyaniyek nivîskî aşkere kir ku li navçeyên Pulur û Qisle yên Dêrsimê, 31 herêmên taybet ên ewlehiyê hatine îlankirin.

Walîtiyê ragihand ku di navbera 16-30'yê îlonê de li mewkiya qereqola Cendermeyan a Mehmet a 35 kîlometreyan û mewkiya Qereqola Cendermeyan a Kirmizikopruyê ya 45 kîlometreyan li ser rêya Pulur-Erzînganê û li mewkiya qereqola Cendermeyan a Karşilar a 13 kîlometreyan û mewkiya Qereqola Cendermeyan a Aşagitorunoba ya 37 kîlometreyan ên li ser rêya Dêrsim-Pulurê dikevin hatine qedexekirin.

Her wiha Walitiyê xwest kes li nêzî van qereqolan ji bo demekê ranewestin û li van herêman seyranê pêk neynin.

(ot)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN