DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Kuştiyên komkujiyên Peyanisê hatin bibîranîn

 
16 Îlon
18:51 2016

COLEMÊRG (DÎHA) - 9 kesên di komkujiya gundê Peyanisa Colemêrgê ya 16'ê Îlona 2010'an de hatin kuştin li ser gorên xwe hatin bibîranîn.

Kesên di 16'ê Îlona 2010'an de li gundê Peyanisa Colemêrgê di maşîneyê de rastî teqînê hat û jiyana xwe ji dest dan, hatin bibîr anin. 9 welatî li ser gorên xwe hatin bibîranîn. Endamên malbatê û xizmê 9 kesan Behice Erol û Cahit Erol li ser goristanê amade bûn. Di bîraninê de pankartên ku wêneyên 9 kesan li ser hebûn hatin vekirin. Li ser gorên 9 kesan dua hatin xwendin. Xizmê 9 kesan Cahit Erol, diyar kir ku li gel 6 sal derbas bûn jî der barê komkujiyê de tu lêpirsîn û doz nehat vekirin. Erol, anî zima ku wî serî li hemû sazî û dezgehên dewletê dan, lê heta niha komkujî nehatiye ronîkirin.

Xizma 9 kesan Behice Erol jî xwest kujer bên dîtin û darizandin.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN