DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Li ser rêya Nisêbîn-Midyadê pevçûn qewimî

 
16 Îlon
16:49 2016

MÊRDÎN (DİHA) - Endamên HPG'ê li herêma Ava Spî ya li ser rêya navçeyên Nisêbîn-Midyad ên Mêrdînê ye rê girtin û kontrola nasnameyan kirin.

Hate ragihandin ku endamên HPG'ê li herêma Ava Spî ya li ser rêya di navbera Nisêbîn û Midyadê yên Mêrdînê ye endamên HPG'ê gelek wesayitan rawestandin û kontrola nasnameyan kirin.

Piştî çalakiyê Tîmên Tevgera Taybet ên Cendermeyan (JOH) ber bi ava spî ve dest bi operasyonê kirin.

Hate diyar kirin ku di encama pevçûna qewimî de zaroka 16 salî ku di wesayitê de bû bi guleyekê birîndar bû. Zarok birîndar bû rakirin nexweşxaneya Dewletê ya Mîdyadê. Hate zanîn ku zaroka hat tedawîkirin rewşa tenduristiya wê başe.

(ot)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN