DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Cerdevanê nexwest derkeve operasyonê hat derbkirin

 
16 Îlon
16:40 2016

WAN (DÎHA) - Li çiyayê Tendurekê ku artêşê gelek windahî da, cerdevanekî nexwest derkeve operasyonê hat derbkirin.

Li navçeya Qelqeliya Wanê, cerdevanê bi navê A.E. yê ku ji bo biçe operasyona çiyayê Tendurekê ji aliyê Qereqola Cendirmeyan a Qelqeliyê ve hat gazîkirin nexwest biçe operasyonê. Cerdevanê ku nexwest tevlî operasyona ku hêzên dewletê hefteyeke gelek windahiyan didin ji aliyê fermandarê qereqolê ve li ber çavên leşkeran hat derbkirin.

Cerdevanê bi navê A.E. yê ku ji gundê Xezne ye, hate hînbûn ku piştî bûyerê dev ji cerdevaniyê berdaye.

(sa)




ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN