Rûsya bi israr dixwaze PYD tevlî civîna Cenêvê bibe

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Alîkarê Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Mihail Bogdanov diyar kir ku di peymana di navbera Rûsya û DYA'yê de xaleke derbarê dahatûya Serokdewletê Sûriyê Beşar Esad de nîne û dubare kir ku divê PYD di civîna Cenevre de bê temsîlkirin.
Bogdanov ji Sputnikê re axivî û diyar kir ku di gotûbêjên agirbestê yên bi DYA'yê re tên meşandin de pêvajoya derbasbûna siyasî nehatiye axavtin û li gorî vê rewşê qedera Esad jî nehatiye nîqaşkirin.
Bogdanov got ku divê peymana agirbestê li Cenêvê bibe sedema xurtbûna pêvajoya diyalogê ya di navbera hikûmeta Sûriyê û komên muxalifan de. Rayedarê rûsî ragihand ku ji ber hin welatên di Koma Piştgiriya Navdewletî ya Sûriyê de, li hemberî beşdarbûna kurdên Sûriyê dibin, hîna zelal nebûye ku wê kurd li ser maseya diyalogê hebin an na.
Bogdanov daxuyikirin ku ev welatana PYD'ê weke piştevana terorê dibînin û got: "Rûsya vê helwestê şaş dibîne û ji bo vexwendina PYDê ji bo Cenêvê bangewaziyê li hevalbendên xwe dike. PYD li rojhilatê bakurê Sûriyê hêza sereke ku li hemberî DAIŞ'ê berxwedanê birêxistin dike."
Bogdanov destnîşan kir ku divê pêvajoya derbasbûna siyasî ya li Sûriyê nebe dîlê hêzên rûxîner ên naxwazin beşdarî gotûbêjan bibin.
Bogdanov herwiha got ku Rûsya ji bo çareseriya krîza Sûriyê planên veşartî çênake û wiha axivî: "DYA'yê û Erebistana Siûdiyê aşkere kirin ku derbarê Sûriyê de planên wan ên B heye. Lê digel vî tiştî Rûsyayê ragihand ku planên wan ên B û C yê nînin."
Bogdanov diyar kir ku Moskova bi peymanên di Desteya Ewlekariyê ya NY'yê û Viyanayê ve girêdayî ye û divê welatên din jî girêdayî bimînin.
Alîkarê Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê destnîşan kir ku hin komên li Sûriyê agirbesta di 12'ê Îlonê de hatiye destpêkirin binpê dikin û ji DYA'yê xwest ku bi van koman re biaxivin. Bogdanov got ku bi vê helwesta van koman re li Sûriyê aştî pêk nayê.
(ot)