Di Nimêja Sivîl a Înê de pênaseya 'edaletê' hat kirin
AMED (DÎHA) - Nimêja Sivîl a Înê ya li Amedê de sela hat dayîn û dia hatin xwandin. Di xutbeyê de li ser 'edaletê' hat rawestandin.
Mizgeftên bûne qanên propagandaya hikûmetê, di pêşengtiya Kongreya Îslama Demokratîk (KÎD) her rojên înê bi beşdariya sedan welatiyan Nimêja Sivîl a Înê tê kirin. Nimêja li Park Ormana navçeya Peyasê ya Amedê tê kirin, bi sedan welatî ref girtin û nimêja xwe kirin. Dema welatî dest bi nimêjê kirin, gelek polîsan jî bi maşînên zirxî wekî her hefteyî dor li welatiyan girtin.
Xutbe ji hêla Mele Îbrahîm Aydin ve hat xandin. Aydin piştrast kir ku cihê bêhiqûqî hebe, dê li wir nelêrêtî, dizî û bêedaletî hebe û ev tişt got: "Edalet rûmeta ola Îslamê ye. Heke edalet pêk were, dê aramî, aştî û ewlehî ji bo mirovahiyê bê. Li wir xirabî nayê dîtin. Pêxemberê me jî girîngî dida edaletê. Kesên li pey wî biçin dê xwe bigihînin edaletê."
Piştî xandina xutbeyê nimêj hat kirin.
(ms)