Gelo kuştiyên li Tendurekê tên veşartin?

AGIRÎ (DÎHA) - Şevê din şer pêk hat û gelek cerdevan û leşker hatin kuştin. Hin çavkaniyan diyar kir ku hêjmara kuştiyan 7 kes, hin çavkaniyan diyar kir ku 10 kes û hin çavkaniyan jî diyar kirin ku 30 cerdevan û leşker hatin kuştin. Ligel çavkaniyên herêmî diyar kirin ku gelek leşker hatin kuştin jî hêj rayedarên fermî daxuyanî nedaye.
Demek dirêj e li herêma Çiyayê Tendurek, Çelê û Şemzînanê şerê dijwar diqewime. Li herêma Şemzînan û Çelê helîkopter, tang û qaleqolên leşkerî rastî êrîşên dijwar tên. Şevê din jî dîsa gerîllayên HPG-YJA Starê li dijî yekîtiya cerdevan û leşkeran êrîş pêk anîn û gelek cerdevan û leşker hatin kuştin. Li herêma Çiyayê Tendurekê ku di navbera Ebex û Bazîdê de ye, du hefteye Gerîllayên HPG û YJA Star li dijî leşker û cerdevanan êrîşên dijwar pêk tînin. Çavkaniyên herêmê diyar dikin ku di nava 15 rojan li herêmê gelek leşker, polîs tîmên taybet û cerdevan hatin kuştin. Herî dawî li Çiyayê Tendurekê şevê din li dijî cerdevan û leşkeran êrîş pêk hat. Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku nêzî 30 leşker û cerdevan hatin kuştin. Medya hawiz diyar kir ku di çalakiyê de Cawişekî pispor, leşkerek û 8 cerdevan hatin kuştin. Dîsa diyar kirin ku 3 leşker jî birîndar bûne. Di 11'ê Nîsana 2015'an de jî dîsa xwestibûn li Tendurekê operasyonê pêk bînin û welatiyên li herêma Tendurekê dar diçandin li dijî vê operasyonê bûbûn asteng.
Di 1'ê Îlona 2016'an de jî jî dîsa leşker li herêmê derketibûn operasyonê û dîsa agahiyên nakok û aloz derketibûn holê. Rayedarên dewletê diyar kiribûn ku 12 leşker hatin kuştin, çavkaniyên HPG'ê jî diyar kiribûn ku 86 leşker hatine kuştin. Waliyê Wanê Îbrahîm Taşyapan jî daxuyanî dabû û diyar kiribû ku di îhtîmala 8 leşkeran jiyana xwe ji dest dabe heye. Her wiha anîbû ziman ku ji ber nikarin biçin cihê operasyonê nikarin agahiyên zelal bidin. Piştre Taşyapan daxuyanî da û diyar kir ku 9 leşker û 3 cerdevan bi giştî 12 kes hatin kuştin. Dîsa diyar kiribû ku 18 leşker jî birîndar bûne.
Navenda Ragihandinê ya HPG'ê BÎM'êjî di 7'ê Îlonê de daxuyanî dabû û diyar kiribû ku 86 leşke hatine kuştin û 58 leşker ji birîndar bûne.
Niha jî medya hawiz diyar dike ku 10 kes hatin kuştin. Lê çavkaniyên herêmî jî diyar dikin ku 30 leşker û cerdevanhatine kuştin û dibe ku hêjmara leşkeran hêj zêdetir be. Ev jî pirsa "Gelo hêjmara kuştiyan tê veşartin? tîne aqilan.
(mae)