DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Li gundên qedexekirî şer diqewime

16 Îlon
13:15 2016

COLEMÊRG (DÎHA) – Li navçeya Şemzînanê di çar gundên duh qedeye derketina kolanan hat îlankirin hat ragihandin ku di navbera leşker û gerîlayên HPG’ê de hin caran şer diqewimin.

Li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê piştî duh heya fermaneke duyemîn li gundên Tûyê, Dêman, Tîsê û Meleviya qedexeya derketina kolanan hat îlankirin tevgera leşkerî zêdetir bû. Gundên ku di geliyeke mezin de dimînin ji aliyê leşkeran ve bi maşîneyên zirxî hatine dorpêçkirin. Li herêmê heya serê sibê tevgera helîkopteran pêk hat û niha jî hat zanîn ku bi beşdariya sedan leşkeran operasyona leşkerî hatiye destpêkirin. Ji ber topbarana qereqola leşkerî ya Hakîm Tepeyê jî li gelek herêman şewat derket. Çavkaniyên herêmî ragihandin ku li hin cihan di navbera gerîlayên HPG’ê û leşkeran de şer derketiye û ew ji ber topbaran leşkerî nikarin ji malên xwe derkevin.

(kom/sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN