DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Gerestêrkeke nû hat kifşkirin

 
16 Îlon
11:17 2016

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Gerestêrka bi navê TW Hydrae herî kêm 10 milyon salî ye. Ji ber ku gera wê berbi cîhanê ve ye girtina dîmenên wê jî hêj zelaltir tê girtin.

Gerestêrkeke nû ji hêla mirovên zanyar ve hat kifşkirin. Li gorî mirovên zanyar, ev gerestêrka 10 milyon salî ye û nû xwe ava dike.

Li gorî nûçeya Uzay Haberê, zanyarên fezayê bi riya teleskopa li Şîliyê, TW Hydrae di nava ewrên gemarî de ew kifş kirine û ev gerestêrk xwe ji nûve ava dike. Hat diyarkirin dê mirovên zanyar agahiyên der barê vê gerestêrkê de di rojên pêş de di kovara Astrophysîcal Journal Lettersê de biweşînin. Li gorî agahiyên destpêkê ev gerestêrk dişibe gerestêrkên wekî Uranûs û Neptûnê, wisa tê fikirîn. Ev gerestêrk 176 milyon salên roniyê dûr e.

(ms)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN