Cara duyemîn hat binçavkirin
SÊRT (DÎHA) - Endamê Meclisa Partiyê yê DBP'ê Bîlal Aydin di serdagirtinên li Cizîrê de hatibû binçavkirin, piştî serbest hat berdan, vê carê li Sêrtê hat binçavkirin.
Endamê Meclisa Partiyê yê DBP'ê Bîlal Aydin di 12'ê Îlonê de li navçeya Cizîrê ya Şirnexê bi Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmret û siyasetmedarên kurd re hatibû binçavkirin. Piştî di 14'ê Îlonê de serbest hat berdan, di ketina Sêrtê de hat binçavkirin. Sedema binçavkirina Aydin nehat zanîn ew birin Midûryeta Polîsan a Sêrtê.
(ms)