Piştî Almanya, Îngilîstanê jî deriyê balyozxaneya xwe girt

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Di cejna qurbanê de Wezareta Karên Derve yê Almanyayê bi daxuyaniyekê aşkerekiribû ku ewê di rojên cejna qurbanê û 16'ê îlonê balyozxane, nûnertî û dibistanên xwe yên li Tirkiye venekin. Piştî daxuyaniya Almanya, Îngîlîstanê jî bi daxuyaniyekê aşkere kir ku ewê balyozxaneya wan a li Tirkiye di 16'ê îlonê de nexebite.
Ji ber cejna qurbanê Balyozxaneyên gelek welatan ên li Tirkiye hatibûn girtin û çav li rê bû ku di 16'ê îlonê ango îro bihatana vekirin.
Roja borî Wezareta Karên Derve yê Almanyayê bi daxuyaniyekê aşkerekiribû ku di cejna qurbanê û 16'ê îlonê de ewê balyozxane, nûnertî û hemû dibistanên wan ji ber ewlehiyê dê girtîbe.
Piştî Almanyayê, ji welatê Îngilîstanê jî daxuyaniyek hat û hate aşkere kirin ku ji bo pêşîlêgirtina êrîşên terorî ewê deriyê balyozxaneya xwe ya Tirkiye venekin.
Hate zanîn ku her du welatan ji ber gûmana êrîşan heye, bi girtina deriyên balyozxaneyan xwestine ewlehiyê bigirin.
(ot)