DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Dayikên Roboskê: Guh bidin peyama Ocalan

 
16 Îlon
10:29 2016

ŞIRNEX (DÎHA) - Dayikên Roboskê bal kişandin li ser girîngiya peyama Ocalan û diyar kirin ku peyam ji bo pêşîlêgritina mirinan pireyek e.

Malbatên 34 welatiyên ku li gundê Roboskê ya Qilabana Şirnexê di 28'ê Kanûna 2011'an de di êrîşa balafirên artêşa tirk de hatin qetilkirin xwestin rayedar guh bidin peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a ku bi diya birayê xwe Mehmet Ocalan ve şand.

Dayika bi navê Leyla Encu ya ku di êrîşê de kurê wê Şerzat Encu hat qetilkirin diyar kir ku peyama Ocalan gelek girîng û bi nirx e, Ocalan dixwaze aştî pêk bê. Encu bilêv kir ku Serokomar Tayyîp Erdogan ji gelek qatlîaman berpirsyar e û ligel qatlîamên li Cizîr, Sûr, Nisêbîn û Sîlopiyê Erdogan hê jî alî girê mirinan e. Encu iha axivî: "Mİn kurê xwe winda kir bila dayikên din zarokên xwe winda nekin. Me jî her tim wekî Ocalan got aştî, ji bo aştiyê Têkoşiyan. Heke hinek wijdana Erdogan hebe dê bi Ocalan re hevdîtinê pêk bîne û gav bavêje."

'Divê peyamên Ocalan ên aştiyê bên guhdarkirin'

Halîme Encu ya ku kurê wê Serhat Encu hat qetilkirin jî diyar kir ku banga aştiyê ya ji Îmraliyê hatiye gelek girîng e û ji bo mirin bên rawestandin pireyek e. Encu anî ziman ku heta ku Ocalan azad nebe gel jî azad nabe û wiha got: "Tekane daxwaze me ew e xwîn neyê rijandin û pêk anîna aştiyê ye. Ji bo vê yekê jî divê peyamên aştiyê yên Ocalan bên guhdarkirin."

'Em jî weke Ocalan aştiyê dixwazin'

Encu bilêv kir ku ew ê rê nedin şer û wiha axivî: "Li vî welatî tenê yek ji me jî bimîne dê banga me ji bo aştiyê be." Encu da zanîn ku ji bo ku dayikên din êş nekişînin ew ê ji bo aştiyê têbikoşin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Fikra me jî wekî Birêz Ocalan e. Em jî wekî Ocalan aştiyê dixwazin."

'Êdî bes e bila kes nemîne'


Kadriye Encu ya ku kurê wê Hamza di qatlîamê de jiyana xwe ji dest da jî anî ziman ku Ocalan miftiya aştiyê ye û divê ev deriyê aştiyê bê vekirin. Encu diyar kir ku Ocalan ji bo aştiyê têdikoşe lê ligel vê yekê jî dewlet hemû astengiyan derdixe ber wî û wiha got: "Ez jî dixwazim ev xwîn bê rawestandin. Dİ rojeke di bi dehan leşker û gerîla dimirin. Ev zarokên vî axê ne. Bila dayik û bavên wen ji mirinê re bibêjin raweste. Xizan dimirin ev şer sûdê nade tu kesan jî. Êdî bes e bila kes nemirin."

(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN