Karkerê brûskê lê da jiyana xwe ji dest da
NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Li navçeya Licê ya Amedê li ser gundiyên ku li nava zeviyên xwe dixebitin brûsk ket. Di lêxistina brûskê de kesekî jiyana xwe ji dest da û 6 kes jî birîndar bûn.
Li navçeya Licê ya Amedê brûsk li ser gundiyên ku li nava erdê tutinê dixebitîn ket. Di encamê de karkerekî gundî gundî jiyana xwe ji dest da û 6 karker jî birîndar bûn.
Li gorî agahiyan, li taxa Dolunay a navçeya Licê ya Amedê brûsk bi ser karkerên gundî ku li nav erdê tutinê dixebitîn ket. Piştî ketina brûskê welatiyên li gund agahî dane saziya tendirûstiyê. Ekîbên tenduristiyê yên çûn gund piştî mûdaxeleya pêşî 7 welatiyên birîndar rakirin nexweşxaneyên bajare Amedê.
Hate diyar kirin ku ligel hemû mudaxaleyan karkerekî jiyana xwe ji dest da û tedawiya 6 kesên din didome.
(ot)