DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Pîşeyê dîrokî li ber tunebûnê ye

 
16 Îlon
09:17 2016

RIHA (DÎHA) - Mustafa Kirmizideve di 85 saliya xwe de 40 sal e pîşeyê bavê xwe dewam dike, kilîm, eba û kurkên ku berê dişand Dîlok, Semsûr û Mereşê edî wekî berê balê nakişîne.

Mustafa Kirmizideve ev 40 sal e bi pîşeyê ku ji bavê wi maye bedewam dike û bi kîlîm, eba û kurkên ku çe dike hem vî pîşeyî dide jiyîn û hem jî pê debara xwe dike.

Kurk di dîroka mirovahiyê de pîşeyê herî kevnare ye, ebayê bi destan tê neqiandin û di dezgehan de tê çêkirin. Kirmizideve ev pîşeya ji bavê xwe hîmbûye, di salên berê de gelekî kêr didît, lê êdî her roja ku derbas bû wekî berê rehwet nabîne. Kirmizideve der barê vî pîşeyî de agahî da û ev tişt got: "Kurk, eba û kilîmên ku çê dikirin me li Dîlok, Semsûr û Mereşê difirotin. Ev kurkanan hem axayan jî li xwe dikirin." Kirmizideve aşkera kir ku êdî pir kêm daxwaza çêkirinê ji wî re tên, bi çend daxwazan debara xwe dike.

Kirmizideve destnîşan kir ku wextekî gelek kes dihat dikana wan, lê niha pir kêm mirov tên, lê daxwaz kêm be jî ew hewl dide vî pîşeyî berdewam bike û wiha pêde çû: "Welatî ji min re bi kîloyan direzê tînin ez jî ji wan re kilîm û hwd. çê dikim. Ev karên destan zêdetir havînê li ser xaniyan tên raxistin, lê kurk û eba êdî ber bi tunebûnê ve diçe."

Kirmizideve herî dawî aşkera kir ku ew piştî vî emrî nikare dest ji pîşeyê xwe berde û karekî din bike, lê piştî wî dê ev pîşeya tune be, nihav de di nava van fikaran de dijî.

(ms)








ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN