TÎB: Çeteyên DAÎŞ'ê bi telefonê li polîsan geriya ne

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Li gorî lêkolînên Serokatiya Ragihandinê ya Telekomînîkasyonê (TÎB) yên di çarçoveya lêpirsîn a ku piştî operasyona li dijî malên DAIŞ'ê ya di 26'ê Cotmeha 2015'an de li Amedê hat lidarxistin de, derket holê ku bersûcê girtî Mîkaîl İçten û Ahmet Maço yê nehat girtin bi riya telefonê li santrala Midûriyeta Ewlehiyê ya Amedê û ya Navçeya Dara Hênê ya Çewlikê geriyane.
Serdozgeriya Komarî ya Amedê ya lêpirsîna operasyona 26'ê cotmehê ya li navçeya Peyas a Amedê dimeşîne ji bo Serokatiya Ragihandinê ya Telekomînîkasyonê (TÎB) nivîsek şand û ji bo tespîtkirina têkiliyên bersûcan tomarên hevdîtinê yên hemû kesên ku navên wan di dosyeyê de derbas dibin, xwest.
Li ser vê daxwazê TÎB'ê bersiva serdozgeriyê da û di bersivê de hat tespît kirin di navbera Nihat Turan ê ku wek ‘emîrê DAIŞê yê Amedê' tê binav kirin û qûryeyê DAIŞ'ê yê bi navê Mahmut Demirtaş de gelek hevdîtinên telefonê hatine kirin.
Li gorî tespîtan hat hîn bûn ku Nîhat Turan hez û 149 caran li Mahmut Demirtaş geriyaye, Mahmut Demîrtaş jî hezar û 157 caran li Nihat Turan geriyaye û hinek rojan 132 caran hevdîtina telefonê kirine.
Herwiha li gorî tomaran tê dîtin ku Ahmet Maço yê ku dozger wî bi têkildariya bi Nihat Turan re sûcdar dike, di 31'ê Tîrmeha 2015'an de bi riya telefonê 2 caran li Miduriyeta Ewlehiyê ya Amedê geriyaye. Li gel vê yekê li gorî heman tomaran Mikail İçten ê ku di operasyonê de hat girtin jî di 18'ê Cotmeha 2015'an de bi riya telefonê li santrala Midûriyeta Polîsan a Dara Hênê ya Çewlikê geriyaye.
Hêjayî gotinê ye ku Mîkaîl Îçtên xizmê Parlementerê berê yê AKP'ê Cûma Îçten ê ku navê wî gelek caran bi bazirganiya çekan hatibû rojevê ye.
(ot)