Waliyê Agiriyê êrîşa polîsan parast
AGIRÎ (DÎHA) – Waliyê Agiriyê êrişa polîsan a bi maşîna zirxî welatiyê sivîl Caner Tayfur gulebaran kir û birîndar kirin parast û got: "Peyvirdarên me ji bo rê li pêş bûyerên vahîm bigirin gule baran kirine."
Li navçeya Bazîdê ya Agiriyê polîsan bi maşîna zirxî ciwanê bi navê Caner Tayfur gulebaran kiribûn û bi giranî birîndar kiribûn. Piştî bûyerê Waliyê Agiriyê daxuyanî da û êrîşa polîsan parast. Walîtiyê di daxuyaniyê de got "Ji bo rê li pêş bûyerên vahîm bê girtin, peyvirdarên me di 13'ê Îlona 2016'an de saet di 01.00'an de di kontrola rê de ji ber li hişyariya "Raweste" guhdan nekiriye gulearan kiriye." û êrîş parast.
Ciwanê bi navê Caner Tayfur hêj li nexweşxaneya Zanîngeha Ataturk a Erziromê tê dermankirin.
(mae)