Li Sûriye agirbest 2 rojan hat dirêjkirin
NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Berdevkê Wezîrên Karên Derve yê Dewletên Yekbûyî yê Amerîka (DYA) yê Mark Toner daxuyand ku agirbesta ku ji 12'ê îlonê li Sûriye dest pê kir û dê hefteyekê bidome 2 rojan dirêjkirine.
Berdevkê Wezîrên Karên Derve yê DYA'yê Mark Toner têkildarî agirbesta li Sûriye yê civîna çapemeniyê li dar xist û pirsên têkildarî agirbestê bersivand.
Toner dazanîn ku Wezîrê Amerîka John Kerry bi hempîşeyê xwe yê Rûs Sergey Lavrov re bi rêya telefonê hevdîtin kiriye û got ku her du wezîr gihîştine encama ku agirbest 2 rojan bê dirêjkirin. Toner diyar kir ku li hin deveran li gorî rojên borî pevçûn kêm bû ne û got ku lê li hin deveran agirbest tê îxlalkirin.
Bi munasebeta cejna qurbanê Wezîrên Karên Derve yên Amerîka û Rûsya di 9'ê îlonê de li bajarê Swîsre Cenevre yê hatibûn cem hev û biryar girtibûn ku li Sûriye ji 12'ê îlonê saet di 18:45'an de hefteyekê agirbest bê îlankirin.
(ot)