'Êrîş zêde bin dê têkoşîn jî mezin bibe'
ENQERE (DÎHA) - Kurdistaniyên ji welatê xwe koçî metrepolan hatin kirin, dan zanîn her ku êrîş zêde bibin dê berxwedana wan jî mezin bibe.
Bi milyonan kurdistanî ji ber êrîş û terora dewleta tirk welatên xwe terikandin û çûn metrepolên Tirkiyeyê. Lê li vir jî rihet ji bo kurdan tune. Ji ber zextan têkoşîna xwe berdewam dikin, di heman demê de pêşketinên li Kurdistanê ji nêz ve dişopînin.
Malbatan dan zanîn ew ji ber geşedanên li Kurdistanê cejnê pîroz nakin û xwestin tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê rakirin. Welatiyê bi navê Halîl Konyar ji ber zilma dewletê ji Colemêrgê koçî Enqereyê kiriye, Konyar aşkera kir ku kurekî wî di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest daye û ev tişt got: "Kurê min li Kobanê di berxwedana li diçî çeteyên DAIŞ'ê de şehîd ket, ez di serî de cejna malbatên şehîdan û Rêbertiyê pîroz dikim."
Konyar got "Her ku gelê kurd di aştiyê de israr kir, AKP'ê faşîzim bi pêş xist" û der barê tunekirina gelê kurd de ev tişt got: "Em vê zilmê qebûl nakin. Divê gelê kurd ji bo azadî û aştiyê têkoşînê bide. Heke em xwe bêdeng bikin dê faşîzim zêde be. Ji bo wê jî berxwedan divê."
'Bila tecrîda li ser Rêbertiya me rakin'
Konyar bal kişand ser tecrîda ev 18 sal e li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê meşandin jî û xwest hevdîtina malbat û parêzeran di demek kurt de bê sererastkirin û ev tişt got: "Heke aştî bê dê bi Birêz Abdullah Ocalan re bê. Dê ew roj jî azadiya Rêbertiyê be."
Konyar der barê milsimantiyê de jî agahî da û aşkera kir ku kesên komkujiyê pêk bînin, tu eleqeya wan bi mislimantiyê re tune.
Alî Temel jî bang li kurdistaniyên li metrepolan kir û xwest têkoşînê mezin bikin û ev tişt anî ziman: "Em dizanin êdî gelê kurd xwedî li ziman, çand û dîroka xwe derdikeve. Ji bo wê jî divê em dijî polîtîkayên şer ên dewletê têkoşînê bidin. Îro êrîşî şaredariyên me dikin. Divê em nehêlin û têkoşîna xwe mezin bikin."
Temel aşkera kir ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hemû gelê kurd şiyar kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Gelek ji xewê şiyar kir, deelt vê yekê naxwaze. Ji ber vê jî Rêbertiya me di binê tecrîdê de dihêle. Lê divê em ji bo şkandina tecrîdê têkoşînê bidin."
(ms)