'Kurd ne muhatab in'

ENQERE (DÎHA) - Wezareta Karên Hundir daxwaza malbata şervana BOG'ê Eylem Ataş (Cemre Heval) a cenaze bînin Tirkiye bi gotina "Muxatabê me yê fermî tune. Deriyê me yê sînor girtî ye" bersivand. Wezaretê bi vî rengî kurdên Rojava wekî muhatab nedît.
Endam û şervana Hêzen Azadiya Yekpar (BOG) Eylem Ataş (Cemre Heval), li dijî DAIŞ'ê di şerê rizgarkirina Minbicê de jiyanaxwe ji dest da.
Malbata Eylem Ataş ji bo cenazeyê Eylem ji Rojava bînin Tirkiye serî li Wezareta Karên Hundir dabû. Eylem Ataş 80 roj berê di şerê li Minbicê de jiyana xwe ji dest dabû, cenazeyê wê hêj li Rojava ye. Bavê Eylem Ataş Mehmet Ataş di 9'ê Tîrmehê de serî li Wezareta Karên Hundir dabû. Piştî demek dirêj Wezareta Karên Hundir bersîv da malbatê. Wezareta Karên Hundir di bersîvê de got: "Li Suriye şerê navxweyî heye. Muxatabê me yê fermî tune ye. Deriyê me yê Sînor girtî ye" û daxwaza malbatê red kir.
Ji bo Tirkiye muxatabê fermî çete ne
Wezareta Karên hundir ku daxwaza malbatê red kir, îtîraf kir ku deriyêsînor ê Rojava jî girtî ye. Rêveberiya Kobanê ku hemû welatên cîhanê wekî muxatabê fermî didin, Tirkiye kobanê wekî mubatab qebûl nake. Tirkiye ku Kobanê wekî muhatab nabîne, di belge û geşedanan de derdikeve holê ku tirkiye DAIŞ'ê û rêxistinên din muxabat dibîne. Gelek endamên DAIŞ û El Nusra li nexweşxaneyên Dîlok û kîlîsê bi awayekî fermî tên dermankirin.
(mae)