Cizîrî: Bêyî Ocalan çareserî nabe!

ŞIRNEX (DÎHA) - Welatiyên Cizîrê der barê peyama Ocalan a ku bi birayê xwe Mehmet Ocalan re şandî de gotin ku divê herkes guh bide vê peyamê û yekane riya çareseriyê Ocalan e.
Welatiyên Cizîrê der barê peyama Mehmet Ocalan a ku di 11'ê îlonê de piştî hevdîtina bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re kir de diyar kirin ku ji bo çareseriyê pêwîst e hevdîtin berdewam bikin. Cizîriyan gotin piştî du salan ev hevdîtin ji bo gelê kurd pir watedar e û wan peyama Ocalan bi heyecanekî mezin guhdar kiriye.
'Bêyî Ocalan azadî nabe'
Welatiyê bi navê Îsmaîl Uca peyama Ocalan nirxand û got ku di vê pêvajoyê de peyvek tenê jî ji Ocalan xwedî girîngiyek mezin e û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Dema me bihîst ku hevdîtin bi Rêberê me re hatiye kirin em pir kêfxweş bûn û heyecanek mezin em girtin. Lê ji bo aştî pêk bê pêwîst e dewlet jî bersivek erênî bide peyama Rêberê me."
Uca peyamên Ocalan ên ji bo aştiyê bi bîr xistin û wiha got: "Ji xwe Serok her tim peyamên aştiyê dide. Ji bo xwîna diherike raweste her tim di nava tevgerê de ye. Ne tenê ji bo gelê kurd, her wiha ji bo tevayî gelan aştî û azadî xwestiye. Lê dewlet her kesê ku dibêje 'ez kurd im' digire û dixe girtîgehê. Bila dewlet baş bizane ku heta Ocalan tevlî pêvajoyê nebe çareserî jî nabe."
'Heta Ocalan azad nebe, em jî azad nabin'
Jina bi navê Seadet Sansak jî diyar kir ku ew pir kêfxweş in ku çalakiya greva birçîbûnê bi serkeftinê encam bûye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Serok Apo her tim peyamên aştiyê dide, lê dewlet berovajî di şer de israr dike."
Sansak da zanîn ku heta Ocalan azad nebe ew jî azad nabin û wiha pêde çû: "Tekane daxwaza me mîsogerkirina aştiyek mayînde û rawestandina xwîna ku diherike ye. Ji bo ev pêk bên jî pêwîst e her kes guhdarî peyama Ocalan bike."
'Dema me xeber ji Serokê xwe girt, em ji nû ve ji dayîk bûn'
Hatîce Posat jî anî ziman ku dema wan xeber ji Serokê xwe girtine her weku ew ji n ve ji dayîk bibin bûne û axaftina xwe wiha berdewam kir: " Piştî 2 salan dema me zanî rewşa Serokê me baş e bêhna me jî hinek fireh bû. Dewletê bi tu awayî destûr nedida ku em xeberek ji Serokê xwe bigirin. Heta hinek caran me pirsên weke gelo Serok jiyan dike? Yan na ? jî ji hev dikir. Dema me bihîst Serokê me jiyan dike û rewşa wî baş e em ji nû ve ji dayîk bûn. Şikur ji xwedê re ku tendirustiya wî baş e."
'Peyama Ocalan ji bo pêşeroja Tirkiyeyê jî xwedî girîngiyek mezin e'
Welatiyê bi navê Zahit Dayar jî anî ziman ku di vê pêvajoyê de gel nikare bi awayek rehet di nava kolanan de bimeşe û wiha got: "Peyama Ocalan ji bo gelê Tirkiyeyê jî xwedî girîngiyek mezin e. Dibe ku ev peyam ji bo pêşeroja gelê tirk jî bibe pêngavek erênî."
Dayar payama Ocalan a "Dema dewlet amade be dikare 2 zilamên xwe bişîne vir. Projeyên me amade ne. Em dikarin vê pirsgirêkê di 6 mehan de çareser bikin" bi bîr xist û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Peyama ku Ocalan daye dikare mirinan bide rawestandin, divê herkes vê yekê baş bizane."
(kom/no/sa)