DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Îrmez: Armanca hilweşandinê koçberkirin e

 
15 Îlon
09:08 2016

ŞIRNEX (DÎHA) -Parlamentera HDP'ê ya Şirnex Aycan Îrmez bal kişand li ser hilweşandina ku nêzikî 6 meh in li Şirnexê didome û diyar kir ku armanca hilweşandinê ew e ku polîtîkaya koçberiyê bikeve dewrê. Îrmez got ku divê di demeke kin de qedexeya li bajar bê rakirin.


Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Aycan Îrmez der heqê qedexeya derketina derve ya ku li Şirnexê 186 roj in berdewam dike û li Silopiya ku polîtîkayên dewletê yên girtin, binçavkirin û bêhiqûqiyê didome de axivî. Îrmez diyar kir ku di 37 rojan qedexeya derketina kolanan a Silopiya de qetlîam, zilm kêm nebû ye û wiha got: "Li vir bi dehan welatî hatin qetilkirin. Bi hezaran mal hat hilweşandin. Polîtîkayên dema qedexeya derketina kolanan de diqewimî niha jî di dewrê de ye. Niha li Silopiya bêsedem bi dehan kes hat girtin û binçavkirin. Nahêlin ku parêzerên wan jî wan bibîn."

'Bi hezaran welatiyên ku herin Şirnexê wê malê xwe nebînin'

Îrmez anî ziman ku li Şirnexê ji 14 Adarê heta niha qedexeya derketina kolanan ji bo ku hilweşandin û talanê didome û wiha axivî: "Bila bi lez û bez qedexeya derketina kolanan bê rakirin. Bi hezaran welatiyên ku herin Şirnexê wê malê xwe nebînin."


'Li Şirnexê polîtîkaya koçberiyê di dewrê de ye'

Îrmez diyar kir ku tiştên ku li Şirnexê qewimiye di dinyayê de mînak wî tune ye û wiha dawî da axaftina xwe: "Armanca ev polîtîkayan koçberî ye. Polîtîkaya koçberiyê ya ji bo Silopiya kirine dewrê ji bo Şirnexê jî ketiye dewrê. Ev gel bi sal in dev ji axa xwe bernedaye, dê bernede jî. Dema ku em diçin nav gel ji me re gotina, 'Em li konan an jî kolanan jiyana xwe bijîn jî em dev ji axa xwe bernadin. Em ê rengê çanda xwe bijîn' dibêjin. Ev gotinan berxwedana gel nîşan dide."

(kom/sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN