Berxwedêrên Greva Birçîbûnê: Heke çareserî nebe berxwedan heye

WAN (DÎHA) - Siyasetmedarên kurd ên ku li ser peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 12'ê Îlonê de çalakiya xwe ya gireva birçîbûnê bi dawîkirin diyar kirin ku peyama Ocalan zelal e heke çareserî nebe berxwedan heye.
Ji Wanê berxwedêrên greva birçîbûnê yên ku beşdarî çalakiya greva birçîbûnê ku di 5'ê îlonê de ji bo ku bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk bê bûn û piştî ku hevdîtin pêk hat di 12'ê îlonê de çalakiya xwe bi dawî kirin diyar kirin ku peyama ku Ocalan şandiye ji bo gelên Tirkiyeyê fersendek e û bang kirin ku divê dem neyê windakirin û gav bê avêtin.
Yildirim: Çareserî nebe berxwedan heye
Ji berxwedêrên greva birçîbûnê Alîkarê Hevserokên Giştî yê HDP'ê Nadîr Yildirim diyar kir ku bi peyama ku Ocalan şandiye hate dîtin ku kur alîgirên çareseriyê ne û Ocalan li navenda aştiyê ye. Yildirim wiha axivî: "Lê me ev dît, feraseta hikûmetê ya ji bo çareseriyê nîne. Di rojeva wî de çareserî tuneye. Vê her roj î tînin ziman. Ev bi awayeke zelal nîşan dide mu di peyama Ocalan de ev jî hebû. Li cihên ku feraseta çareseriyê û nêzîkatiya çareseriya demokratîk tuneye her tim para kurdan berxwedan e."
Çalişkan: Divê bi Ocalan re hevdîtin pêk bê
Ji berxwedêrên greva birçîbûnê Hevşaredarê Seravê Abdulkadîr Çalaşkan jî diyar kir ku pêvajoyê careke din nîşna da ku bêyî Ocayan aştî û çareserî pêk nayê, peyama Ocalan tenê ne ji bo Tirkiyeyê ji bo şerê li Rojhilata Navîn jî çaraserî ye. Çalişkan got ku divê dewlet guh bide banga Ocalan û bêyî ku dem bê windakirin divê bi Ocalan re hevdîtin pêk bê û wiha axivî: "Ji ber ku em bawer dikin mifteya aştiyê Ocalan e em ketin grevê. Ji Ocalan peyamekî girîng hat. Vî peyamê jî di civakê de deng veda. Divê hikûmet peywira dikeve li ser milê wî pêk bîne. Heke dixwazin ev xwîn bê rawestandin divê kanelên muzakere û diyalogê vekin."
Çetîn: Ya ku divê gav bavêje hikûmet e
Hevşeradera Payîzavayê Yildiz Çetîn a ku di grevê de bû jî diyar kir ku Ocalan careke din helwesta xwe ya ji bo aştiyê nîşan daye û wiha berdewam kir: "Peyama rêbertiyê dîsa ji bo çareseriyê bû. Ji ber ku me bawer dikir dê Birêz Ocalan pirsgirêkê çareser bike em ketin grevê. Rêbertiyê bi peyama xwe ve ev îspat kir. Ocalan û gelê kurd tişta ku dikeve li ser milê wî kirin. Niha ya ku divê gav bavêje hikûmet e."
Tunç: Divê xwedî li peyama Ocalan derkevin
Hevşaredarê Bêgiriyê Mehmet Alî Tunç jîdiyar kir ku ji pêvajoyekî dîrokî derbas dibin û wiha berdewam kir: "Kêm kes dikarin di nava van pêvajoyên dîrokî de cih bigirin. Yek ji wan kesan jî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Ji ber ku ew kes di bin tecrîdê de bû me çalakiyeke bi vî rengî pêk anî. Rêberê gel serî li riyên demokratîk da, hemû projeyên wî li ser aştî û çareseriyê ye jixwe peyama ku hat jî li ser vî bû. Peyama ku hedefa wê aştî bû. Ji ber vê yekê gelekî girîng e. Divê xwedî lê derkevin."
(sa)