Beriya qeyûm piştî qeyûm

ŞIRNEX (DÎHA)- Li navçeya Cizîrê piştî ku qeyûm hat tayînkirin polîs li avahiyê û derûdorê hatin bicihkirin, şaredarî wekî ku veguherandin baregeha leşkerî. Beriya qeyûm gel bi rehetî diçûn û dihatin şaredariyê.
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê jî wekî 23 şaredariyên din ên DBP'î qayûm hat tayînkirin. Li avahiya şaredariyê piştî ku qeyûm hat tayînkirin avahiya şaredariyê ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin hemû riyên ku diçin şaredariyê jî bi bariyeran ve hat girtin, ala tirkan li avahiyê hat daliqandin. Avahiya şaredariyê kirin wekî baregeh. Ligel ku di 11'ê îlonê qeyûm hat tayînkirin jî dorpêça li dora şaredariyê enhat rakirin û ev jî nîşan dide ku avahî dê wekî baregeh bê bikaranîn. Li navçeyê piştî berxwedana xwerêveberiyê 4 dibistan. navendeke çandê ya aydî şaredariyê gelek cih ji aliyê polîsan ve wekî baregeh hatibû bikaranîn.
(sa)