DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Ji kolanan ber bi Kobanê bû navê berxwedanê

 
15 Îlon
09:06 2016

EDENE (DÎHA) - Endamê YPG'ê Serdar Babat ê li Efrînê di encama êrîşa artêşa tirk de jiyana xwe ji dest da, ji kolanên ku mezin bû ber bi Kobanê berxwedanekî mezin dagirt hundirê emrê xwe yê kurt. Serdar ê ki gotina "Bi vî rengî her roj jiyankirinê tenê rojekî azad jiyankirin watedar e" bi kar anîbû xwe fedayî gelê xwe kir û xeyala xwe pêk anî.

Endamê YPG'ê Serdar Babat (Serhildan) ê li Kantona Efrînê di encama êrîşa artêşa tirk a bi obusan jiyana xwe ji dest da di çîroka jiyana xwe ya ciwan de bû yek jî çîroka berxwedanê ya li dijî pêkûtî, qatlîam û zilmê. Malbata Babat ji ber pêkûtiyên dewletê ji navçeya Berwarî la Sêrtê mecbûr ma di 1996'an de koç kir û li Edeneyê bi cih bû. Serdar hêj ji dayik nebûbû ji polîtîkayên zilm û koçberiyê para xwe wergirt. Di 1997'an de li Edeneyê ji dayik bû. Serdar, şoreşgerî dagirt hundirê temê xwe yê ciwan.

Serdar ê li taxa Gulbahçe ya navçeya Seyhanê ya Edeneyê mezin bû di temenê xwe yê biçûk de şoreşgerî nas kir. Piştî ku çeteyên DAIŞ'ê Kobanê dagir kirin SErdar jî di 2014'an de derket rêwîtiya azadiyê, piştî ku Kobanê ji çeteyên hov hate paqijkirin derbasî Kantona Efrînê û li vir di encama êrîşa artêşa tirk de jiyana xwe ji dest da.

'Li dijî sîstema perwerdehiyê ya dewletê derket'

Dayika wî Xanim Babat ê dema ku qala kurê xwe dikir bi rûkenî her carê got ku ew bi kurê xwe ser bilind e. Babat anî ziman ku ji ber zilma dewletê ya di salên 1990'an de gundê wan hatiye şewitandin û wiha axivî: "Me ji malbatê gelek şehîd da. Piştre me koçî Edeneyê kir. Li wir mêşên me hûn, genimên me hebûn, dewletê her tişt şewitand, xira kir."

Babat bilêv kir ku kurê wê di temenekî biçûk de têkoşîn nas kiriye û wiha berdewam kir: "Serdar hê di biçûkatayi xwe de girêdayî partiya xwe bû. Her tim tevlî çalakiyan dibû. Duma ku min digot tu biçûkî bersiva 'ji min re nebêje tu biçûkî' dida min. Min derî digirt ji bo ku dernekeve kolanê lê ew dîsa derdiket. Hê di 10 saliya xwe de li kolanan têdikoşiya û li dijî sîstema perwerdehiyê ya dewletê dev ji dibistanê berda. Her tim digot dayê ez dixwazim bibim gerîla. Min jixwe dizanibû Serdar ê biçe."

'Rojekî lê bi wate jiyankirin'

Babat got ku kurê wê dema serhildana Kobanê re berê xwe daye Têkoşîna Azadiya Kurd û li Kobanê li dijî çeteyên hov ên DAIŞ'ê têkoşiyaye.

Xwîşka Serdar, Husna Babat jî anî ziman ku birayê wê hê di biçûkbûna xwe de li dibistanê hevalên xwe rêxistin dikir û sirûda "Ey Raqîb" dida xwendin û wiha axivî. "Di temenê xwe yê biçûk de li dibistanê hevalên xwe rêxistin dikin û digot em biçin çalakiyan. Serdar her tim ji me re qala jiyana watedar divê çawa be dikir. Gelek caran digot xwîşka min bi vî rengî li şûna her roj jiyankirinê tenê rojekî bi awayekî azad jiyankirin watedar e. Hemû emrê Serdar li Kolanan derbas bû. Li pişta wî çenteyê wî hebû û bi wî çenteyê ve diçû çalakiyê. Nedixwest malê bisekine. Digot li qadan têkoşîn heye. Herî dawî ji min re digot xwîşkê ez ê biçim bibim fermandarekî mezin û xwe fedayî gelê xwe bikim û çû jî."

Babat got ku birayê wê tişta ku gotiye pêk aniye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Serdar wekî di xeyala xwe de xwe jiyana xwe ji bo gelê xwe da."

(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN