'Em ê wekî Sedat Baran te jî bikujin'

MÊRSÎN (DÎHA) - Ciwanê bi navê M.Ç. ê 19 salî yê 24 rojan li Mêrsînê di bin çavan de ma û piştre hat berdan, rastî îşkenceyê hat diyar kir ku polîsan gefa "Me çawa Sedat Baran bi 3 guleyan ve kuşt em ê te jî bikujin. OHAL e kesek hesab jî napirse" li wî xwarine.
Li Mêrsînê ciwanê bi navê M.Ç. 19 salî yê di 18'ê tebaxê de hate binçavkirin piştî ku 24 rojan di bin çavan de ma hate berdan. M.Ç. diyar kir ku roja yekem saetek û nîv rastî îşkenceyê hatiye û gefa kuştinê li wî hatiye xwarin. M.Ç. diyar kir ku dema ku êvarê diçû mala xwe hatiye binçavkirin rastî heqeretê hatiye dema ku pirsa "min çi kiriye sûcê min çi ye" kiriye bersiva "Ev hê tiştek nîne. Dema ku em biçin qereqolê tu dê bibînî" dane wî.
M.Ç. ê birine Qereqola Polîsan a Sîtelerê diyar kir ku ew birine odeyekî 15 polîs ketine hundir, polîsekî li singê wî xistiye, bi şîdetê lêdanê li diwar ketiye, bêhna wî çikiyaye, dema ku gotine nexweşiya bêhntengiyê pê re heye bêhtir li wî xistine li vir nîv saetan polîsan li wî xistine.
'OHAL heye em ê berdin sere te'
M.Ç. got ku dema ku hatiye derbkirin gefa kuştinê li wî hatiye xwarin, dema îşkenceyê polîsekî bejna wî qasî 1,65 metre û por spî gefa "Me çawa ku Sedat Baran bi 3 guleyan ve kuşt em ê te jî bikujin. OHAL a kesek hesab jî napirse. Em ê te bibin baxçeyan û berdin serê te" li wî xwarine.
'Ava cemidî li ser min kirin û li min xistin'
M.Ç. destnîşan kir ku piştre jî polîsekî din ew avêtiye erdê û ava cemidî le ser wî kiriye, polîsekî din jî gotina "dema ku li te dixin bêhtir dend derxîne" û 15 deqîqe îşkence li wî kiriye.
M.Ç. diyar kir ku polîsan piştre ew rakirine li ser piyan û polîsan gotina "heke tu nizanî kê bombe avêtiye tu qebûl bike" bi kar aniye û xwestiye bi zorê bi vî îfadeyê bide, ji bo ku sûc qebûl bike vî kamera hatine vekirin û wiha axivî: "Min tiştekî ku nekiriye qebûl nekir. Careke din kamera girtin û li min xistin."
'Bijîşk ji ber ku hat tehdîdkirin rapor neda'
M.Ç. da zanîn ku ew birine Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrsînê û polîsan bijîşk tehdîd kirine ji ber vê yekê jî nekariye raporê bigire. M.Ç. ê gotina "lêvên min teqiyabûn ji ber lêdanê lê bijîşk li rûye min jî mêzênekir" bi kar anî wiha berdewam kir: "Beriya ku bikevim hundir dengê polîsan dihat. Digotin ev zilam terorîst e, mirovan dişîne çiya, bombê davêjê qereqolê, bi vî rengî nehîştin rapor bide."
'Min gilî kir'
M.Ç. got ku piştî nexweşxaneyê ew birine TEM'ê û di vî navberê de polîsan dijînên zayendî li xwîşka wî kirine, piştre bi parêzerê xwe re der barê polîsan de gilî kiriye.
(sa)