Îdiaya '21 çawişên pispor îstifa kirin'

14 Îlon
20:53
2016
COLEMÊRG (DÎHA) - Li navçeya Şemzînanê hate îdiakirin ku li Qereqola Bezelê ku hêzên operasyonê dimînin 21 çawişên pispor îstifa kirin.
Li Colemêrgê ne tenê li navçeya Çelê li navçeya Şemzînanê jî operasyon û şer berdewam dike. Gerîlayên HPG'ê bi çalakiyan bersivê didin operasyonan û li navçeyê îdiayekî girîng jî tê îfadekirin. Li gorî îdiaya li Qereqola Bezelê ku yekîneyên operasyonê lê dimînin a li navçeya Şemzînanê 21 çawişên pispor îstifa kirin.
Hate gotin ku 21 çawişên pispor piştî ku li herêma Çarçelan a Bezelê ji operasyonê vegeriyane ya di 13'ê îlonê de îstifa kirine. Hate hinbûn ku çawişên pispor ên ku îstifa kirine bi helîkopteran ve anîne navenda Şemzînanê.
(sa)