Parlamenteran cejna gel pîroz kirin

14 Îlon
20:45
2016
ŞIRNEX (DÎHA) - Parlamenterên HDP'ê yên Şirnex Leyla Bîrlîk û Ferhat Encu bi boneya Cejna Qurbanê li Elkê û Qilebanê gel û malbatên girtiyan ziyaret kirin.
Li Botanê li gel hemû astengiyên hêzên dewletê parlementerên HDP'ê bi boneya Cejna Qurbanê ziyaretên xwe yên bi gel re berdewam dikin. Parlementerên HDP'ê yên Şirnex Leyla Bîrlîk û Ferhat Encu li navçeyên Elkê û Qilebanê yên Şirnex gel û malbatên girtiyên siyasî ziyaretên kirin.
Di ziyaretên li herdu navçeyan û bajarok û gundên wan de gel eleqeyek zêde nîşanî parlementeran dan û kêfxweşiya anîn ziman.
(kom/no)