Li dijî heman tugayê dîsa çalakî pêk hat
COLEMÊRG (DÎHA) - Li dijî 2'yemîn Fermandariya Tugaya Sînor a Çelê ku Serokwezîr Bînalî Yildirim çûbû serdanê û pîsta helîkopterê hatibû lêdan careke din çalakî pêk hat.
Li dijî 2'yemîn Fermandariya Tugaya Sînor a li navçeya Çelê ya Colemêrgê saet derûdora 18.00'an de bi çekên luledirêj û hewanan çalakî pêk hat. Li tugaya ku gelek caran ji aliyê HPG'iyan ve çalakî pêk hat hate hînbûn ku li depoya neftê şewat derket. Piştî çalakiyê herêm hat topebarankirin.
Fermandarê Giştî yê Cendirmeyan Yaşar Guler têkîldarî operasyon, şer û çalakiyên li Çelê gotina "şerê man û nemanê tê dayîn" bi kar anibû.
(sa)