Rojnameya Akîtê, Evrensel kir hedefa xwe

ENQERE (DÎHA) - Rojnameya Akît ê ku bi alîgiriya xwe ya Hikûmeta AKP'ê tê nasîn rojnameya Evrenselê kir hedef û îdiakir ku ewê bê girtin. Girênendeyê Giştî yê rojnameya Evrenselê Fatîh Polat dazanîn ku rojnameya Akît dixwaze bingeha girtina Evrenselê amade bike û got ku têkildarî girtinê heta niha tu teblîxat bo wan nihatiye şandin.
Rojnameya Akîtê ku di formata kovara Der Sturmer a dema Naziyan de propagandaya hikûmetê dikir weşanê dike rojnameya Evrenselê ku manşeta 'Mîlyonek xwendevan bê mamoste man' avêt kir hedefa xwe û îdiakir ku dê rojnameya Evrenselê bê girtin.
'rojnameya Akîtê sûc dike'
Girêndeyê Giştî yê Rojnameya Evrenselê Fatîh Polat dazanîn ku rojnameya Akîtê beriya niha jî gelek rojname kirine hedefa xwe û dazanîn ku rojnameyê nûçeyek operasyonel çêkiriye û got ku ev nûçe ne li gorî rêgezên weşangeriyê ye.
'Emê li ber xwe bidin'
Polat diyar kir ku têkildarî girtinê heta niha tu teblîxat ji bo wan nihatine şandin û dazanîn ku Akît bingeha girtina rojnameya Evrenselê amade dike û anî ziman ku ewê li hemberî hemû êrîşan li ber xwe bidin û rast bisekinin.
(ot)