Dîmenên bombebarankirina pîsta helîkopteran hat weşandin

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Dîmenên êrîşa endamên HPG'ê ya li hemberî pîsta helîkopteran a li Tûgaya Fermandariya Hêzên Bejahî ya girêdayî navçeya Çelê ya Colemêrgê ye hat weşandin.
HPG'ê êrîşa bi hawanan a li dijî helîkopterên li Tûgaya Fermandariya Hêzên Bejahî ya girêdayî navçeya Çelê ya Colemêrgê weşand û aşkere kir ku 3 helîkopter hatin rûxandin.
Ajansa Nûçeyan a Firatê dîmenên bombebarankirina helîkopteran ku di 5'ê îlonê de pêk hat weşand.
Di nûçeyê de hate gotin ku piştî serdana Serokwezîr Bînalî Yildirim pîsta helîkopteran rastî êrîşa hawanan hatiye. Piştî wê serdanê çapemeniya hawiz her roj nûçeyên bi sernavkên 'Lehengiya li Çelê' diweşîne. Piştî dîmenên bombebarankirina pîsta helîkopteran hat weşandin, vê yekî rê li ber gûmanên, gelo çapemeniya hawiz li Çelê şerê psîkolojîk dimeşîne vekiribû.
(ot)