DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Mîzansena 'Kaletepe' ya çapemeniya hawiz

 
14 Îlon
16:15 2016

COLÊMERG (DÎHA) - Çapemeniya hawiz a ku hewlda operasyona leşkeran a li navçeya Çelê ya Colemêrgê wekî destanekê nîşan bide deşîfre bû. Çavkaniyên herêmî danzanîn ku cihê ku çapemeniya hawiz nîşan dide ne herêma Ertoş, Kaletepeya li nêzî 2'mîn Serfermandariya Hudut e û gotin li wê dera leşker nikarin derkevin derveyî kozikên xwe.

Serfermandarê Cendermeyan Orgeneral Yaşar Gulerê ku di civîna Waliyan a li Enqerê got: "Em li navçeya Çelê ya Colemêrgê şerê hebûn û tunebûnê dimeşînin' 15 rojin bênavber dewam dike.

TSK'ê derbarê pevçûna li herêma Ertoşê qewimî de aşkere kiribû ku 8 leşkaran jiyana xwe ji dest da ye, lê HPG'ê ragihandibû ku hejmara kuştiyan gelekî zêde ye. Her di 4'ê îlonê de dema Serokwezîr Bînalî Yildirim ji bo moralê bide leşkeran çûbû Çelê jî li 2'mîn serfermandariya Tugay a Hudut 3 helîkopter rastî êrîşa bi hawanan hatibûn.

'Leşker ji bejahî nakirin bikevin herêmê'

Tevî ku çapemeniya hawiz dixwaze leşkerên tevlî operasyonê dibin wekî lehengan binav bike jî şêniyên herêmê danzanîn ku tu lehengiya leşkeran nedîtine û gotin tevahî herêm di bin kontrola HPG'ê de ye û anîn ziman ku nûçeyên tên gotin cenazeyên HPG'iyan anîne gund jî tevahî derewin.

Heman çavkaniyan diyar kirin ku herêmên piştî taxa Cumhuriyetê wekî herêma qedexe hatiye îlankirin û gotin her roj bi wesayitên zirxî sewqiyata leşkerî bo qereqolên li herêma Ertoş, Bilêcan, Kavûşak, Kavakli û Erîjê tê kirin.

'Kaletepe kirin herêma Ertoş'

Pevçûnên ku li herêma Ertûşê zêdebûne û 30 kîlometreyan ji navenda navçeyê dûre di sala 1995'an de hatiye valakirin û tê gotin ku herêmek berfireh di bin kontrola HPG'iyan de ye. Her wiha çavkaniyên herêmî ragihandin ku dîmenên çapemeniya hawiz wekî herêma Ertoşê nîşan didin û dibêjin li vir lehengî pêk tên jî ne raste û gotin ev cihê ku tê nîşandan Kaletepeya li nezî hudutê 2'mîn e.

'Qadên leşkerî di bin kontrola HPG'iyan de ne'

Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku ji bo kontrolkirina ketin û derketina herêma Ertoşê leşker li kozikan bicîhbûne û danzanîn ku leşker di asta parastinê de ne. Her wiha heman çavkaniyan diyar kirin ku pevçûn li qadek berfireh a ji 20 kîlometreyan pêk tê belav bû ye û ragihandin ku dem bi dem pevçûn diqemini û gotin gelek herêmên leşkerî di bin kontrola HPG'iyan de ne.

(ot)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN