DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Li Nisêbînê şanoyên ji bo zarokan didome

 
14 Îlon
16:04 2016


MÊRDÎN (DÎHA)
- Şanogerên hatibûn Nisêbînê îro li taxên Devrîm û Aştiyê bi zarokan re hatin gel hev.

Endamên Şanoya Derme ya Stenbolê, Akedemîsyenên ji bo Aştiyê û xebatkarên Daîreya Xizmetê ya Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ji bo bandora şer a li ser zarokan tesîr kiriye ji ser wan bavêjin ev 3 roj in bi zarokên Nisêbînê rê ne. Şanogerên ku hatîn Nisêbînê dê ji bo zarokan pandomîm, şano, drama, serçav boyaxkirin û gelek lîstikên cuda pêşkêş dikin. Şahiya îro li taxên Devrîm û Aştiyê pêk hatîn zarokan eleqeyek mezin da nîşan. Her wiha li hemû zarokên nepox hatin belavkirin. Lîstik û şahiyên ji bo zarokan were kirin dê sibê bi dawî bibe.

Endama Şanoya Derma ya Stenbolê Derya Saglam da zanîn ku ji bo bandora şer ji ser zarokan rakin hatiya Nisêbînê û got ku dema wê bi zarokan pir xweş derbas dibe.

(kom/ms)





ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN