DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Buldan: Em amade ne biçin Îmraliyê

 
14 Îlon
15:48 2016

COLEMÊRG (DÎHA) - Ji Heyeta Îmraliyê û Wekîla Seroka Meclisê diyar kir ku "Birêz Ocalan 'Heyeta HDP'ê dikare bê', em amade ne biçin Îmraliyê. Tenê bila ev xwîn raweste."

Wekîla HDP'ê Pervîn Buldan, wekîlên HDP'ê Abdullah Zeydan, û Nîhad Akdogan û Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Hatîce Çoban, li navçeya Geverê ya Colemêrgê serlêdan pêk anîn û cejna gel pîroz kirin. Pervîn Buldan diyar kir ku pêvajoya aştiyê ji hêla hikûmetê ve hatiye hebakirin û ev tişt got: "Ji bo ev kaosa heyî ji bolê bê rakirin, divê heyet û parêzer bi Birêz Ocalan re hevdîtinê pêk bînin."

Buldan gotinên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ên wekî 'Ev şerekî kor e dê kes kesî têk nebe' bi bîr xist û ev tişt got: "Di demên borî de jî ev hatibûn gotin lê AKP'ê tu gav neavît, kuştin û komkujî pêk hatin. Divê ev destê ku Birêz Ocalan dirêj kiriye divê bê girtin."

'Ji çûyîna Îmraliyê re em amade ne'

Buldan aşkera kir ku ew wekî Heyeta Îmraliyê amade ne biçin Îmraliyê û wiha pêde çû: "Birêz Ocalan diyar kiriye ku 'Heyeta Îmraliyê dikare bê.' Em amade ne vê berpirsyariyê careke din bigirin dest. Em amade ne biçin Îmraliyê. Tenê bila aştî bê vî welatî û ev xwîn raweste."

Buldan got "Em şaredariyan teslîm nakin" û qeyûmên ku hatine tayînkirin jî wekî pêkanînekî antî demokratîk pênase kir.

Piştî axaftinan esnafên li ser Kolana Cengîz Papel hatin ziyaretkirin û gel wekîl bi kêfxweşî pêşwazî kirin.

(ms)





ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN