DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Hevparên HDK'ê: Li dijî zordariyê berxwedana topyekun

 
14 Îlon
15:19 2016

AMED (DÎHA) - Piştî 24 şaredariyên DBP'ê bi qeyûmê hatin destaserkirin, piştgiriya ji bo DBP'ê berdewam dike. Hevparên HDK'ê ji bo piştgiriyê çû serdana DBP'ê û piştgiriya xwe dan nîşan. Hevparan diyar kir ku tenê riyek heye ew jî berxwedana topyekun e.

Hevparên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) çûn serdana Partiya Demokratîk a Gelan (DBP) û li navenda giştî ziyaret pêk anîn. Hevberdevka HDK'ê Gulistan Kiliç Koçyîgît, Serokwekîla Koma HDP'ê Çaglar Demîrel, Hevseroka Partiya Ji Nûve Rizgariya Sosyalîst (SYKP) Tulay Hatîmoglu, Alîkara Seroka Partiya Sosyalîstên Bindest (ESP) Çîçek Otlu, Serokê Giştî yê Partiya Şoreşger Ufuk Gollu, ji Kovara Çagri Huseyîn Koç û Berdevkê Kovara Kaldiraçê Yusur Alp li navneda giştî ya DBP'ê Alîkarê Hevserokên Giştî Seydî Firat ziyaret kirin.

Firat: Dê gel li ber xwe bide

Seydî Firat ji ber serlêdanê spasiyên xwe kirin û HDK'ê re kir û bal kişand ser geşedanên 2 salên dawî. Firat bi lêv kir ku di 2 salan de berxwedaneke gelek mezin hatiye meşandin, lê hikûmeta AKP'ê di rastiya xwe de israr dike. Frat da zanîn tenê vê paşverûtiya AKP'ê dê bi hevkariya gelan bê wêder kirin û got "AKP bi qeyûman li pey vîna gel e" û ev wekî faşîzim şîrove kir.

Koçyîgît: Bexwedana topyekun divê

Hevberdevka HDK'ê Gulistan Kiliç Koçyîgît jî aşkera kir ku siyaseta AKP'ê destdanîna ser destkeftiyên gelê kure e û ev tişt got: "Me li dijî êrîşan helwesta xwe danî holê. Divê bê zanîn ku ev êrîş ji bo têkbirina gelê kurd e. Ev faşîzim e. Ev pratîkeke ku fatheyê li ruhê 12'ê Îlonê dike ye."

Demîrel: Vîna gel hatiye gaspkirin

Serokwekîla Koma HDP'ê Çaglar Demîrel jî êrîşên li dijî DBP'ê şermezar kir û got ew dê têkoşîna xwe bidomînin. Demîrel bi lêv kir ku AKP'ê vîna gel gasp kiriye û wiha pêde çû: "Bi zanetî tabelayên meyên pirzimanî peya dikin û vîna gel tune dihesibînin."

Hatîmoglu: En ê li qadan bin

Hevseroka SYKP'ê Tulay Hatîmoglu piştrast kir ku bi sebra gelê kurd û hêzên demokrasiyê dileyzin û ev tişt anî ziman: "Em ê heta dawiyê li gel gelê kurd û tevgera azadiyê bin. Ya rast dixwazin derbê li tevgera azadiyê bixin. Lê em ê li dijî van êrîşan li qadan bin."

Otlu: Berxwedan dê bidome

Alîkara Serokê Gişti yê ESP'ê Çîçek Otlu bi gotina "Ruhê Kenan Evren di Erdogan de jiyan girtiye" û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Faşîzmeke Erdoganî ya ku vîna gelê kurd nasnake li pêşberî me ye. Greva birçîbûnê da nîşan ku dê bi berxwedanê dest keve. Ev ne tenê pirsgirêka gelê kurd e, em ê li ber xwe bidin."

Wekîla hevserokên Şaredariya Sûrê Azîze Deger jî destnîşan kir ku divê li dijî vê bêhiqûqiyê berxwedan bê mezin kirin û diyar kir ku AKP'ê vîna li meclisê jî tune kiriye.

Piştî ziyaretê hevparên HDK'ê ji bo çalakvanên Egîtîm Senê ziyarev bikin derbasî Navenda Çand û Hunerê ya Cegerxwîn bûn.

(ms)





ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN