DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Lîsteya mamosteyan jî cemaetê amadekiriye !

 
14 Îlon
14:46 2016

STENBOL (DÎHA) - Rojnameya Akşamê ji bo nerazîbûnê li hemberî Hikûmeta AKP'ê ya ji bo ji kar dûrxistina mamosteyan kêm bike îdiakir ku lîsteya mamosteyên ji kar hatine avêtin ji hêla cemaetê vê hatiye amadekirin.

Serokwezîr Bînalî Yildirimê ku hat Amedê aşkerekiribû ku ewê 14 hezar mamosteyan ji kar dûrbixin. Piştî vê daxuyaniyê 11 hezar û 500 mamoste ji kar hatibûn dûrxistin.

Mamosteyên ku heta îro der heqê wan de cezayê dîsîplînê jî tuneye nerazîbûnek tund nîşanî rayedarên AKP'ê dabûn û bi piştgiriya gel dest bi çalakiyan kiribûn.

Rojnameya Akşamê ji bo nerazîbûnên raya giştî kêm bike mohra xwe li skandaleke nû xist û îdiakir ku lîsteya mamosteyên ji kar hatine dûrxistin ji hêla cemaeta Gulen ve hatiye amadekirin.

Rojnameyê di malpera xwe de bi sernavka 'Lîsteya îxracê ji hêla endamê Feto yê ve hatiye amadekirin' serwîskir. Di heman nûçeyê de tê gotin ku lîsteya mamosteyan ji hêla Alîkarê Walî Remzî Kattaş ve hatiye amadekirin.

Her wiha di lîsteya îxracê ku tê îdiakirin ji hêla Waliyê berê yê berpirsiyarê Perwerdehiya Neteweyî Kattaş ve hatiye amadekirin de tê gotin ku navê hevsera Hevserokê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, Başak Demîrtaş tê de nîne.


(ot)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN