DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Budakê AKP'î hat kuştin - HATE NÛKIRIN

 
14 Îlon
13:53 2016

COLEMÊRG(DÎHA) - Sercerdevanê bi navê Ahmet Budakê ku di hilbijartinên 1'ê mijdarê de li Colemêrgê bûbû namzetê AKP'ê û di saetên serê sibehê de rastî êrîşa çekdarî hat jiyana xwe ji dest da.

Sercerdevan Ahmet Budakê di hilbijartinên 1'ê mijdarê de ji AKP'ê bûbû namzetê rêza yekemîn, li taxa Beşevler a navçeya Şemzîne rastî êrîşa çekdarî hat.

Budakê bi giranî birîndar bû rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şemzînanê ligel hemû mudaxaleyan jiyana xwe ji dest da.

Piştî êrîşê li herêmê operasyon hat destpêkirin.


(ot)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN