DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Tirkiye li gorî zagonan komkujî pêk anî!

 
14 Îlon
13:42 2016

RUŞTU DEMİRKAYA

CENEVRE (DÎHA)
- Tirkiye bersîv da gotina Yekîtiya Ewropa ya "Di destê me de delîl û raporê komkujiyê heye". Nûnerê Daîmî yê Cenevre yê NY'ê îdîa kir ku operasyonên Tirkiye yên li Cizîr û herêmê pêk anîne li gorî zagonan pêk hatine û komkujiya sivîlan ji aliyê PKK'ê ve pêk hatiye.

Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY), 33'emîn Rûniştina Mafên Mirovan, di roja duyemîn de bi pêşkêşkirina Komîsera Bilind a Mafên Mirovan berdewam kir. Di axaftinên îro de komkujiyên li Sûrî û Iraqê yên ji aliyê DAIŞê ve pêk hatine hatin rexnekirin. Hat xwestin piştevaniya bi gelê êzîdî re bê xurtkirin.

Komîserê Bilind Zeid Al Hussein, têkildarî komkujiya li Cizîrê pêk hat anî ziman. Nûnerê Daîmî yê Tirkiye yê NY yê Cenewre, Mehmet Ferden Çarikçi, diyar kir ku rexneyên li hemberî Tirkiye neheq in û wiha got: "Tirkiye li gorî zagonên navneteweyî operasyon pêk anîne. Li gorî mafên mirovan li dijî terorê têkoşîn dan. Sivîlên li bajarên Kurdistanê ji aliyê PKK'ê ve hatin kutin. PKK'ê sivîl kuştin û nexweşxane bombe kirin."

Çarikçi bersiv neda daxwaza Zeid Al Hussein a NY dixwaze li Bajarê Kuristanê lêkolîn bike.

Al Hussein: Înfaza bê daraz heye

Komîserê Bilind ê mafên Mirovan ê NY'ê Zeid Al Hussein di rûniştina ewil a der barê Tirkiye de diyar kiribû ku der barê Tirkiye degelek belge û delîl di destê wan de hene. Husseîn diyar kiribû ku Tirkiye hiqûqa navneteweyî îhlal kiriye.

Al Hussein, gotibû: "Hiqûqa navneteweyî û mafên mirovan hatiye îllalkirin. Bê navber ev rapor dên digêjin destê me. D nava van delîl u raporan de tê gotin sivîl tên kuştin û înfazên bê daraz tên kirin. Dîsa tê gotin bajar tên xerakirin û gund tên şewitandin. Dîsa bi hezaran mirovên ji cih û warên xwe hatin koçberkirin alîkarî j ser wan tê qutkirin.

'Zêdeyî 100 kesan di jêrzemînê de bi saxî hatin şewitandin'

Al Hussein, di civîna meha borî de diyar kiribû ku Tirkiye li navçeya Cizîrê di jêrzemînê de zêdeyî 100 mirov bi saxî şewitandin. Dîsa destnîşan kiribû ku li navçeya Nisêbînê jî mirov bi çekên giran hatin şewitandin û têkildarî vê yekê dîmen di destê wan de hene.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN