Îşkence li Endamên Meclîsa DBP'ê kirin
WAN (DÎHA) - Endamên Meclîsa DBP'ê Ganî Kaya û Bayram Demirhan ku hatin binçavkirin, li midûriyeta polîsan rastî îşkenceyê hatin.
Yekîneyên polîsên taybet şevê din endamê Meclîsa DBP'ê Ganî Kaya duh dema ji Wanê diçû Erdîşê rawestandin û di bin çavan de îşkence lê kirin. Kaya ku duh li gel ajokar Îshak Yilmaz hat binçavkirin, birin midûriyeta polîsan a Erdîşê. Hat zanîn ku gelek polîs li ser serê Kaya kom bûn û îşkence li Kaya kirin. Yilmaz piştî li midûriyeta polisan îfade da serbest hat berdan. Kaya jî hêj di bin çavan de ye.
Serbest hat berdan û dîsa hat binçavkirin
Endamê Meclîsa DBP'ê Bayram Demîrhan jî di 7'e Îlonê de li navçeya Westanê ya Wanê hatibû binçavkirin. Demîrhan li dozgeriyê serbest hatibû berdan û dîsa di heman rojê de li dervê edliyê ji aliyê polîsan ve hatibû binçavkirin. Bayram Demirhan ku di 8'ê Îlonê de dîsa hat binçavkirin hêj li midûriyeta polîsan a Wanê tê rawestandin. Hat diyarkirin ku Demîrhan rastî îşkenceyê hatiye.
(mae)