DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Serokê Komunîst: Pêwiste hêzên demokrasiyê kom bibin

 
14 Îlon
12:32 2016

HAYRİ DEMİR

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Hevşaredarê komînîst ê Şaredariya Qislê yê Dêrsimê Fatih Mehmet Maçoglu, desteserkirina şaredariyan wekî darbeya li diji vîna gel bi nav kir. Maçoglu, xwest hêzên demokrasiyê bibin yek û ji vê pêvajoyê re bêjin bes e.

Îktîdara AKP'ê piştî ilana OHAL'ê 24 şaredariyên DBP'ê qeyûm tayînkir. Hevşaredarê komînîst ê Şaredariya Qislê yê Dêrsimê Fatih Mehmet Maçoglu, desteserkirina şaredariyan wekî darbeya li diji vîna gel bi nav kir. Maçoglu, xwest hêzên demokrasiyê bibin yek û ji vê pêvajoyê re bêjin bes e. Maçoglu, anî ziman ku ev wekî darbeyê ye û wiha got "Rêveberiya ku ji aliyê gel ve hatiye hilbijartinê li gorî daxwaza siyasî tê desteserkirin. Desteserkirina şaredariyan û ji peyvirgirtin raste rast darbe ye. AKP’ê piştî OHAL'ê darbeyek berfireh xist meriyetê. Dixwaze vê darbeyê di nava civakê de rewa bide nîşandan.

‘Şaredariya gel di wîcdanê gel de ye'

Maçoglu, da zanîn ku di nava gel de ger ku demokrasî tune be nabe û bi riya demokrasiyê gel dikare vîn û hebûna xwe nîşan bide û wiha got: "Şaredarê bi qeyûmê bê tayînkirin bi tu awayî nayê qebûlkirin. Ew wekî vîna gel nayê qebûlkirin. Ya herî girîng di wîcdanê gel de kî şaredar e. Ger ku bi qeyûmê hatibe tayînkirn ew nabe wîcdanê gel. Tayînkirina qeyûmê ya 24 şaredariyan pir balkêş e. Kevneşopiya DBP'ê demek dirêj e li herêmê wekî vina gel hatiye hilbijartin û bûne şaredar. Heta niha wekî sucdar nehat dîtin, lê îro sucdar tên dîtin. Ger ku îro hêzên demokrasî bibin yek û bi rêxistin tev bigerin dê gel i ser bikevin. Divê hemû hêzên demokrasiyê bibin yek û ji vê dagirkeriyê re bêjin bes e. Ji ber vê yekê divê hêzên demokrasiyê kom bibin. Qeyûm darbeya siyasî ya li dijî vîn, wîcdan û hiqûqê ye. Bi tu awayî nayê qebûlkirin.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN