DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

'Ocalan pira aştiyê ye'

 
14 Îlon
11:53 2016

EDENE (DÎHA) - Welatiyên Edeneyê xwestin dewlet destê aştiyê yê ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dirêj kiriye bigire û bang li hemû derûdorên demokratîk jî kir ku peywira xwe bi cih bînin.

Welatiyên Edeneyê peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a ku bi birayê xwe Mehmet Ocalan ve şand nirxandin, xwestin ku dewlet bersivê bide peyamê. Welatiyê bi navê Aslan kaya anî ziman ku divê peyama Ocalan ji aliyê hemû derûdoran ve baş bê xwendin û dewlet dev ji şer berde. Kaya wiha got: "Dewlet aştiyê naxwaze. Gelê kurd li Rojava statu bi dest xist. Berdewamkirina vî şerê ji wî vê girêdayî ye. Divê dewlet di demeke kin de gav bavêje."

Halîl Atay jî xwest ku ji bo rawestandina xwînê hemû kes guh bidin Ocalan û wiha axivî: "Ji bo aştiyê divê hemû kes destên xwe bixe bin kevir."

'Divê hemû kes ji bo aştiyê bixebitin'

Cemîl Yagiz jî dest nîşan kir ku hemû gel dixwazin ku şer bê rawestandin û pirsgirêka herî lezgîn a vî wilatî aştî ye. Yagiz ê got ku kesên ku ji şer rantê bi dest dixin aştiyê naxwazin, divê dewlet ji bo aştiyê gav bavêje, destê aştiyê yê Ocalan bigire û wiha axivî: "Dewlet û hemû derûdor divê ji bo aştiyê bixebitin."

'Em bi hevre aştiyê pêk bînin'

Huseyîn Memîş jî destnîşan kir ku roja ku bi Ocalan re hevdîtin pêk hat, şaredariyên DBP'î bi qeyûman hat destserkirin, û AKP di şexsê Ocalan de dixwaze îradeya gelê kurd desteser bike. Memîş anî ziman ku divê gelê tirk ji bo peyama Ocalan a aştiyê Kêfxweş bibe û wiha berdewam kir: "AKP û Qesr destê aştiyê yê hatiye dirêjkirin nagire. Di şer de israr dike. Werin em hevre aştiyê pêk bînin."

'Bila destê aştiyê bê girtin'

Osman Sertê ku gotina "Di şer de kesê ku bi ser keve tuneye" bi kar anî ji bo ku mirin bi dawî bibin xwest ku aştî pêk bê. Sert wiha got: "Divê di demeke kin de guh bidin Rêberê Gelê Kurd."

Welatiyê bi navê Mehmet Mahsun erîg jî got ku Ocalan ji bo gelên Rojhilata Navîn rêberêkî girîng e û ji bo ku aştî pêk bê divê bi lezgîn tecrîda girankirî ya li hemberî Ocalan bê rakirin û wiha axivî: "Temînata aştiyê Birêz Ocalan e. Pira aştiyê ew e. Divê deng bidin dengê pireyê. Berdewamkirina tecrîda li hemberî Birêz Ocalan tê berdewamkirina biryara şer. Divê di demeke kin te tecrît bê rakirin û destê aştiyê bê girtin."

'Ocalan her tim bû alîgirê aştiyê'

Lîstikvanê Şanoya AGON Barkin arpaç jî diyar kir ku bersevnedayîna dewletê ya banga Ocalan a ji bo aştiyê nîşan dide ku dewlet alîgirê şer e. Arpaz bilêv kir ku banga Ocalan a ji bo aştiyê watedar e û wiha got: "Ocalan her tim bû alîgirê aştiyê. Divê dewlet di demeke kin de bersivê bide peyama aştiyê. Êdî bila mirov nemirin û aştî pêk bê."

(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN