DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Nivşên wan ji tunebûnê rizgar bû, lê hêj xeterî bi tevahî neqediya ye

 
14 Îlon
10:49 2016

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Padayên "Nivşên wan di binê xetereyê" de bûn, ji wê statuya xetereyê hat derxistin, lê hêj rewşa "hişyariyê" berdewam dike.

Yekitiya Parastina Xwezayê ya Navneteweyî (IUCN) der barê cureyên ku nivşên wan di bin xetereya tunebûnê de ye agahî da û aşkera kir ku hin guhertin di vê der barê de hatine kirin. IUCN'ê da zanîn panda ji rewşa "xetereyî" hatine derxistin û di asta "hişyariyê" de hatine bicihkirin.

Di lêkolînên sala 2003'yan de hezar 600 panda hatibûn qeydkirin, di sala 2014'an de ev hejmar sedî 17 zêde bû û hezar 864 jê yên mezin, 2 hezar 60 li qada xwezayî de hatine kifşkirin. Hikûmeta Çînê bi saziyên WWF'yê re demek dirêj e di vê qadê de xebatên xwe dimeşîne. Bi gelê herêmê re navendên pandayan hatin avakirin û ji bo zêdekirina nivşên nû xebatên bi hev re hatin meşandin.

Dîrektorê Giştî yê WWF'ê Marco Lambertînî, der barê xebatan de ev tişt got: “Wekî logoya WWF'yê, 50 sal e panda bûye sembola xebatên parastina xwezayê. Heke îro nivşên pandayan gavek be jî ji xetereyê rizgar bûbe ev kêfxweşiyeke mezin e."

(ms)




ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN