Gulebaran kirin û li erdê kaş kirin

ERZIROM (DÎHA) - Polîsên tîmên taybet şevê din welatiyê bi navê Caner Tayfur li navçeya Bazîdê bi hinceta "ranewestiya" maşîna wî gulebaran kirin û piştre bi erdê re kaşkirin û îşkence lê kirin.
Li nêzî Parka Hametê Xanî ya navçeya Bazîdê ya Agiriyê şevê din polîsên tîmên taybet, bi hinceta "Ranewestiya" maşîna welatî Caner Tayfur gulebaran kirin û piştre bi erdê re kaş kirin. Tayfûr ê bi giranî birîndar bû rakirin Nexweşxaneya Zanîngeha Ataturk a Erziromê. Dermankirina Tayfur didome. Meta Tayfur Şahide Tayfur, diyar kir ku tîmên taybet bi birîndarî îşkence li biraziyê wê kirine û wiha got: "Biraziyê min saet di 22.00'an de dihat malê. Ehliyeta wî tune bû. Polîsan bi maşîna zirxî bi hinceta hişyariya "Raweste" guhdar nekiriye gulebaran kirine. Ji ber ewlehiya wî tune ditirse û vedigere. Polis jî ji piştve gulebaran dikin. 6 gule li maşînê dikevin û 4 gule li bedena biraziyê min dikevin. Dema birîndar dibe kontrola erebê winda dike û erebe li diwar dikeve. Polîsên ku ji maşîna zirxî dadikevin li biraziyê min îşkence dikin û wî li erdê kaş dikin."
‘Gotin mîlîsê PKK'ê ye û lêdan'
Şahidê Tayfur, destnîşan kir ku dema li nexweşxaneyê dema hişê Caner hat serê wî got ‘Ji ber ehliyeta min tune bû ez ketin panîkê. Ez ber mal ve vegeriyam. Wê demê maşîne gulebaran kirin. Gotin ma tu PKK’î ye. o.ç.!’ û çêk rkirin. Bi pêhnan li min dan' Polîsekî din got ew ne PKK'yî ye û ket navberê.
Met Tayfur, bertek nîşani polîsan da û wiha got: "Ev çi welat e em lê dijîn. Ma zarokên me dê nikaribin derkevin derve? Êdî ewlehiya me tune ye. Em dest ji vê mijarê bernadin û em dê hat dawî bi şopa wê bikevin. Biraziyê min hêj talûkeya mirinê ji ser xwe neavêtiye. Biraziyê min niha li Nexweşxaneya Tipê ya Zanîngeha Ataturkê tê dermankirin."
(mae)